Li Zarokistanan serdema nû ya serlêdanan dest pê kir
- 11:15 20 Tebax 2026
- Zarok
AMED - Li Zarokistanên 450 Evler û Bagcilarê ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xizmetê didin, ji bo serdema perwerdeyê ya 2026-2027an serlêdan dest pê kirin. Zarokistanên ku di bin banê Rêveberiya Şaxa Xizmetên Zarokan a Daîreya Xizmetên Civakî de xebatên xwe dimeşînin, di serdema perwerdeyê ya nû de dê zarokan bi bernameyeke pirzimanî û li ser bingeha zimanê dayikê bigihîjînin hev.
Li Zarokistanan serdema nû ya serlêdanan dest pê kir. Li Zarokistanan hewcedariyên geşedan û lênêrînê yên zarokên 3-6 salî dê bi nêzîkatiyeke ku lîstik, zimanê dayikê, kultur, huner û beşdariya zarokan dixîne navendê bên destgirtin.
Zarok di çarçoveya perwerdeya beriya dibistanê de dê ji xebatên drama, muzîk, şano, felsefe, werzîş û hunerên dîtbarî sûd wergirin. Lîstik, xweîfadekirin, peywendiyên bi hevalan re, lixwenêrîn, keşf û afirînerî jî dê di nav parçeyên bingehîn ên bernameya rojane de cih bigirin.
Di Zarokistanan de taştê, firavîn û xwarina navberê ya zarokan dê li gorî bernameya ku ji aliyê dîyetîsyenên pispor ve hatine diyarkirin bê amadekirin.
Aktivîte dê pirzimanî bin
Di Zarokistanan de xebatên ber bi dibistanê dê bi rengekî pirzimanî û li ser bingeha zimanê dayikê bên meşandin. Sêwirana hawîrdorê dê bi awayekî bê amadekirin ku zarok karibin xwe îfade bikin, bi hevalên xwe re peywendiyê deynin û meraq û afirîneriya xwe pêş de bibin.
Piştî nirxandina serlêdanan, li gorî komên temenî dê lîsteyên cîgir (yedek) jî bên çêkirin. Di rewşa ku ji lîsteya esil kesên qeyda xwe nekin an jî di koma temenî ya peywendîdar de kontenjan veguhere de, zarokên di lîsteya cîgir de dê li gorî rêzê ji bo qeydê bên bangkirin.
Serlêdan dê ser înternetê (online) bên wergirtin
Ji bo Zarokistanên 450 Evler û Bagcilarê serlêdanên serdema nû dê di navnîşana https://forms.gle/p9VMRC7rLSupTYsW7 de bên wergirtin. Serlêdan dê heta roja Sêşemê, 25'ê Tebaxa 2026'an berdewam bikin.







