Li Xwarikê berxwedana JES’ê diroa 104’an de ye
- 19:57 14 Tebax 2026
- Ekolojî
MÛŞ – Di demekê de ku çalakiya nobetê ya li dijî projeya JES’ê a ku ji bo gundê Xwarikê tê plankirin ketiye roja xwe ya 104’an, Meclîsa Îzmîrê ya Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê nobet dewr girt.
Çalakiya nobetê ya ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve li dijî projeya santrala enerjiya jeotermaİ (JES) a ku ji aliyê şîrketa bi navê IGNIS H2 Energy Production Inc ku navenda wê li DYA’yê ye ve li gundê Xwarikê yê navçeya Gimgim ya Mûşê tê plankirin, hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 104’an de berdewam dike.
Li cihê çalakiyê pankartên bi nivîsên "Em xwedî li xwezaya xwe, baweriya xwe û paşeroja xwe derdikevin" û "Em li Vartoyê santrala enerjiya jeotermal naxwazin; destên xwe ji ax û xaka me bikişînin" hatin daliqandin.
Dema ku welatî li cihê çalakiyê nobeta xwe didomandin, Meclîsa Îzmîrê ya Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ji bo roja 104’an nobet dewr girt.







