UN Women: Jin ji jiyana giştî tên dûrxistin

  • 12:47 13 Tebax 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Rapora nû ya UN Women diyar dike ku zêdetirî 100 fermanên li dijî jinan li Efganistanê bûne beşek ji jiyana rojane. Aboriya welat hilweşandine û bi mîlyonan jin rûbirûyê qeyranên mirovî hiştine.
 
Di pêncemîn salvegera vegera Talîbanê ya ser desthilatdariya Efganistanê de, daneyên nû yên Neteweyên Yekbûyî (NY) nîşan didin ku sînordarkirinên berfireh ên li ser jin û keçên Êfganî ne tenê kêm nebûne, lê belê bûne beşek ji jiyana wan a rojane.
 
UN Women duh raporek weşand û diyar kir ku di pênc salên dawî de zêdetirî 100 ferman û rêbazên cuda li dijî jin û keçên li Efganistanê hatine derxistin. Van fermanan sînordarkirinên li ser perwerde, kar, azadiya tevgerê, xuyabûna giştî, gihîştina edaletê û xizmetên tenduristiyê girantir kirine. UN Women ev rewş wekî krîza mafên jinan a herî giran a cîhanê bi nav kir.
 
Rapora NY destnîşan dike ku hinek fermanên di sala 2026’an de hatine derxistin, gihîştina jinan a edalet û parastina qanûnî hîn pirtir sînordar kirine.
 
Wekheviya jinan li ber qanûnê têk dibe û hemû desthilata qanûnî dide destê mêran. Her wiha gihîştina jinan a edaletê asteng dike û tundiya navmalî tenê di rewşên zirareke fîzîkî ya cidî û berbiçav de wekî sûc dihesibîne.
 
Mafê mêran ê ji bo hevberdana yekalî diparêze, lê ji bo jinan pêvajoya veqetandinê û berdana zewacê pir zehmet dike. Li gorî UN Women, ev bend her wiha qelsbûna parastina yasayî ya keçan û metirsiya zêdebûna zewacên zû tîne rojevê.
 
Girtina jinan di nava malên xwe de, kêmbûna tevlêbûna wan a civakî û tunebûna piştgiriya derûnî, bandoreke giran li ser tenduristiya wan kiriye.
 
Li gorî daneyên nû yên UN Women, heft ji deh jinên Efganî tenduristiya xwe ya derûnî wekî “xirab” an “pir xirab” bi nav dikin û diyar dikin ku fikara wan a roj bi roj zêde dibe ber bi bêhêvîtiyê ve diçe.
 
Di heman demê de, gihîştina jinan a xizmetên tenduristiyê ketiye metirsiyê. Sînorkirinên li ser azadiya tevgerê û kêmbûna hejmara bijîşk, hemşîre û xebatkarên jin ên tenduristiyê, astengiyên mezin li pêşiya jinan çêkirine.
 
Ev rewş di demekê de rû dide ku berê jî Efxanistan bi qeyraneke cidî ya tenduristiya dayikan re rûbirû bûye. Texmînên ku di raporê de hatine pêşkêşkirin destnîşan dikin ku rêjeya mirina dayikan li Efxanistanê di sala 2024’an de 638 bûyer li serê her 100 hezar zarokên zindî yên ji dayik bûyî bûn.
 
Sînorkirinên li ser hebûna jinan a li qadên giştî di salên dawî de gihîştine asteke bilind. Azadiya Tevgerê, zêdetirî nîvê jinên ku lêkolîn li ser wan hatiye kirin diyar kirine ku ew di mehê de tenê du caran an jî kêmtir ji malê derdikevin. Nêzîkî sê çaran ji jinan jî hîs dikin ku bêyî parêzvanekî mêr derketina derve ne ewle ye. Cihên Giştî, zêdetirî nîvê jinan diyar kirine ku ew bi tevahî ji hin deverên giştî, di nav de bazar û navendên tenduristiyê, xwe dûr digirin.
 
Rapor her wiha balê dikişîne ser berfirehkirina mekanîzmayên çavdêrî û sepandinê ku desthilatên berfireh ên kontrolkirin û girtinê didin kesan. Li gorî NY, ev rewş atmosfereke tirs û bêewlehiyê di nav jin û keçan de hîn kûrtir dike.
 
Efganistan hîn jî welatê tenê  yê cîhanê ye ku tê de xwendina keçan a di asta navîn û xwendina jinan a zanîngehê de bi awayekî sîstematîk hatiye qedexekirin.
 
Ev qedexe ne tenê derfetên perwerdehiyê yên nifşê niha ji holê rakiriye, di heman demê de paşeroja warên wekî perwerde û tenduristiyê jî dixe metirsiyê. Texmînên nû nîşan didin ku eger sînorkirinên heyî bidomin, dibe ku Efganistan heta sala 2030’î zêdetirî 25 hezar mamoste û xebatkarên jin ên di warê tenduristiyê de winda bike.
 
Keç piştî qedandina qonaxa seretayî bi astengiyên pir cidî re rûbirû ne ku nikarin tu cure perwerdehiyê bidomînin; ev mijar dikare bi salan li ser rewşa aborî, tenduristî û refaha malbat û civaka Efganistanê bandorên xwe bihêle.
 
UN Women berê jî hişyarî dabû ku qedexekirina perwerde û karkirina jinan, ji bilî encamên rasterast ên civakî, barekî giran jî datîne ser aboriya Efganistanê.
 
Qeyrana mafên jinan bi qeyrana mirovî ya Efganistanê re di nava hev de ye. Li gorî rapora nû, di sala 2026’an de zêdetirî 10.7 milyon jin û keç li Efganistanê pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî heye. Her wiha Xirabûna rewşa tenduristiyê, ewlehiya xwarinê û kêmgbûna gihîştina xizmetên ku ji aliyê xebatkarên jin ve tên pêşkêşkirin, qelsbûna jin û keçan zêdetir kir.
 
Di vê navberê de, vegera koçber û penaberên Efgan ên ji Îran û Pakistanê zexteke mezintir xistiye ser civakên herêmî. Li gorî daneyên raporê, ji pênc jinên ku ji Îran û Pakistanê vegeriyane kêmî yekî dikare dahatekê bi dest bixe. Ev rewş xetereya zêdebûna deynan û bêewlehiya xwarinê di malbatên vegeriyayî de bilind dike.
 
Sînorkirin ne tenê encamên civakî tînin, aboriya Efganistanê jî ji ber jêbirina jinan zirarê dibîne. UN Women, tenê ji sedî 7 jinan di bazara kar de cih digirin, di dema ku ev hejmar ji bo mêran ji sedî 84 hatiye ragihandin.
 
Ev rêxistin texmîn dike ku berdewamiya dûrxistina civakî û aborî ya jinan di navbera salên 2024 û 2026’an de bi giştî 920 milyon dolar, ku dike ji sedî 5.8’ê berhema navxweyî ya giştî ya Efganistanê, zirarê bide aboriya vî welatî.
 
Daneyên fermî yên UN Women jî nîşan didin ku sînorkirina beşdariya aborî ya jinan yek ji sedemên girîng ên lawazkirina rêça pêşketina Efganistanê ye û qedexeyên perwerde û kar, bandorên aborî yên demdirêj ji bo vî welatî çêdikin.
 
Li gel sînorkirinên ku li ser jinan hatine sepandin, kêmbûna alîkariyên navneteweyî jî şiyana rêxistinên jinan a ji bo pêşkêşkirina xizmetan kêm kiriye.
 
Li gorî rapora nû, nêzîk sê caran ê rêxistinên di bin serokatiya jinan de ku hatine lêkolînkirin, di sala 2025’an de bi kêmbûna budçeyê re rûbirû mane û zêdetirî nîvê wan li bendê ne ku di sala bê de çalakiyên xwe bidin sekinandin an jî bi temamî bigrin.
 
Rapora nû ya UN Women di dawiyê de li ser xetereyeke ku ji berdewamiya sînorkirinan wêdetir e hişyariyê dide. Normalîzekirina bêparhêzkirina jin û keçan û kêmcûbûna bala civaka navneteweyî li ser vê qeyranê.
 
Ev rêxistin tekez dike ku sînorkirinên ku li dijî jinan hatine sepandin êdî ne komek tedbîrên belavbûyî ne, belkî veguherîne sîstemeke berfireh a sînorkirinên qanûnî, civakî, aborî û sazûmanî ku hema bêje hemû aliyên jiyana jin û keçên Efganistanê dixe bin bandora xwe.
 
Pênc sal piştî vegera Talîbanê ya ser desthilatdariyê, pirsgirêka sereke ne tenê hejmara ferman û qedexeyan e; belkî cîgîrbûna gav bi gav a rewşekê ye ku tê de dûrxistina jinan ji perwerdehiyê, bazara kar, jiyana giştî, sîstema dadwerî û beşên xizmetên bingehîn, bûye beşek ji rastiya rojane ya Efganistanê.