RSF: Talîban azadiya çapemeniyê tune dike

  • 11:59 10 Tebax 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Di rapora nû ya Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) de hate destnîşankirin ku Talîbanê bi dehan biryarname û qanûna nû ya cezayî xistiye meriyetê da ku herikîna agahiyan bisekine. Qanûna nû rojnamevanan bi cezayên qamçî û zîndankirinê re rû bi rû dihêle.
 
Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF), di raporek nû de ku îro, beriya salvegera vegera Talîbanê bo ser desthilatê li Efganistanê hat weşandin, diyar kir ku ji dema ku Talîbanê di Tebaxa 2021’an de dîsa desthilat bi dest xistiye, wan li seranserê welêt zêdetirî 20 rênima û gelek ferman derxistine. Li gorî rêxistinê, armanca van rêziknameyan sînordarkirina azadiya medyayê û kontrolkirina herikîna agahiyan li Efganistanê ye.
 
Ev rêxistin, ku ji bo azadiya çapemeniyê parêzvaniyê dike, diyar kir ku qada karê rojnamevanan li Efganistanê roj bi roj kêm dibe. Rexnekirina hikûmetê, jinên ku di medyayê de dixebitin, nîqaşên siyasî û weşandina wêneyên zindiyan bi sînorkirinên berfireh re rû bi rû dimînin.
 
Li gorî RSF, qedexe di Çileya 2026’an de ketin qonaxek nû. Di vê heyamê de, Talîbanê dest bi bicîhanîna qanûna nû ya prosedurên cezayî li dadgehan kir. Hebûna vê qanûnê piştî weşandina nusxeyek ji nivîsa wê derket holê. Her çend qanûn rasterast behsa medyayê û çapemeniyê nake jî, rojnamevan û xebatkarên medyayê xwedî parastinek taybetî an îstîsnayan nînin û dikarin bi cezayên dadwerî yên dijwar re rû bi rû bimînin.
 
Li gorî rapora RSF’ê, qanûna nû ji bo heqaretkirina serokên Talîbanê cezayên wekî qamçî û zîndankirinê destnîşan dike. Xala 23’emîn a qanûnê ji bo heqaretkirina serokatiya "îmaratê" 20 qamçî û şeş meh zîndankirin destnîşan dike, lê xala 19’emîn ji bo heqaretkirina serokê Talîbanê 39 qamçî û salek zîndankirin destnîşan dike. Rojnamevanên Bêsînor hişyarî dan ku rêziknameyên bi vî rengî dikarin rexneyên li ser rayedarên Talîbanê bi bandor sûc bikin.
 
Beşek din a qanûnê têkiliya bi dijberên hikûmetê re sûc dike. Xala 24 kesan mecbûr dike ku her têkiliyek bi dijberên Talîbanê re ji rayedaran re ragihînin. Wekî din, têgehên wekî "serhildan", "rûxandina rejîmê" di vê qanûnê de bi cezayên giran ve girêdayî ne. Li gorî RSF, ev amûrên nû peyda dike ku dikarin li dijî rojnamevan, xebatkarên medyayê û rexnegiran werin bikar anîn.
 
Rêvebera Asyaya Başûr a RSF’ê Celia Mercier got ku Talîbanê di pênc salên borî de bi awayekî sîstematîk Efganistan veguherandiye hawîrdorek ku herikîna agahiyan tê de tê tepeserkirin. Mercier diyar kir ku bi her rênimayek nû re, qada çalakiyê ji bo rojnamevan û medyaya serbixwe bêtir tê sînordarkirin, û qedexeya rexnekirina hikûmetê niha di qanûnan de jî tê nîşandan.
 
Mercier her wiha tekez kir ku rojnamevanên jin hema bêje bi tevahî ji qada medyayê hatine jêbirin, û diyar kir ku çalakiyên dengên serbixwe û jîngeha nîqaşa azad di bin sînorkirinên cidî de ne û di bin xetereya darizandinê de ne.
 
Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) bang li Talîbanê kir ku rêziknameyên ku azadiya çapemeniyê sînordar dikin rake. Rêxistinê her wiha ji welatên transît û mazûvan ên ku rojnamevan û xebatkarên medyayê yên Efganî lê ne xwest ku xetera dersînorkirin an vegerandina bi zorê bi ciddî bigirin û parastinê ji wan re peyda bikin.
 
RSF diyar kir ku ji ber zextên zêde, bi sedan rojnamevanên Efganî neçar mane ku ji welêt derkevin da ku jiyana xwe biparêzin û karê xwe bidomînin.