Ji bo çalakiya sala 14'emîn a ji bo Abdullah Ocalan banga tevlîbûnê
- 14:48 21 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanya Navneteweyî ya "Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re" ragihand ku bi wesîleya salvegera çalakiya nobedê ya li Strasbourgê wê çalakî û civîna çapemeniyê bê lidarxistin.
Di daxuyaniya kampanya navneteweyî de hate ragihandin ku salvegera 14'emîn a çalakiya nobedê wê bi çalakiyên cuda bê pêşwazîkirin ku li ber Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêber Apo tê lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, çalakiya nobedê ku 14 sal in dewam dike veguheriye yek ji sembolên berxwedan û piştevaniyê ya navneteweyî û hate ragihandin ku gelekî girîng e, di vê demê de daxwaza ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya siyasî-demokratîk a pirsgirêka Kurd bigihêje raya giştî ya cîhanê.
Kampanyayê işaret bi pêvajoya danûstandinan a li Tirkiyeyê kir û got, ji bo çareseriyeke aştiyane û demokratîk pêk were, piştevanî û piştgiriya navneteweyî ji her demê bêhtir girîng e.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Konseya Ewropayê di vê pêvajoyê de xwedî berpirsyariyeke girîng e. Her wiha işaret bi biryara "Ocalan-Tirkiyeyê" hate kirin ku di sala 2014'an de ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve hate dayin û hate bibîrxistin ku dadgehê careke din piştrast kir ku mercên ragirtina Rêber Apo li dijî hukmên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û rêgeşa "mafê hêviyê" ye.
Di daxuyaniyê de hate gotn, "Naskirina vî mafî , ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya bidawîkirina tecrîda zêdeyî 27 salan û berdana Abdullah Ocalan wê bibe gava destpêkê ya girîng."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çalakî wê beriya Civîna Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê ya 22-26'ê Hezîranê ya li Strasbourgê bê lidarxistin, lewma ji bo daxwaza azadî, edalet û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bikeve rojeva qada navneteweyî firsendeke girîng e.
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir, "Bi vê armancê tê xwestin ku beşdarên kampanya navneteweyî û piştevanên wê bi hev kom bibin, bûyerên siyasî yên rojane binirxînin û gavên kampanyayê yên ji niha û pê ve nîqaş bikin. Piştî çalakiyê wê li ber avahiya Konseya Ewropayê civîneke çapemeniyê ya ji gel re vekirî bê lidarxistin û di vê civînê de bi navê kampanya navneteweyî belavokek bê xwendin. Li Strasbourgê hûn jî tevlî me bibin û ji bo çareseriya demokratîk, aştî û azadiyê dengê xwe ragihînin."








