Platforma Jinan a Konyayê ji bo Hene Ebuzeynep banga edaletê kir

  • 21:04 6 Hezîran 2026
  • Rojane
KONYA - Jinan der barê Hene Ebuzeyneb ku di depoya kafeya lê dixebitî bi guman jiyana xwe ji dest da, daxuyanî dan û da zanîn ku divê lêpirsînek bi bandor û zelal bê meşandin.
 
Platforma Jinan a Konyayê der barê Hene Ebuzeyneb ya di depoya kafeya lê dixebitî bi guman jiyana xwe ji dest da daxuyanî da. Gelek jin tevli daxuyaniya li Parka Gedavet pêk hat bûn.di daxuyaniyê de wêneyên jinên bi guman jiyana xwe ji dest dane hatin hildan û dirûşmeyên ‘Mirina bi guman tuneye mirina mêrê tê veşartin heye’ hatin berzkirin.
 
Yildiz Ay Yilmaz li ser navê platformê daxuyanî xwend û da zanîn ku divê lêpirsînek bi bandor û zelal bê meşandin û got: “Piştî mirina Hene Ebuzeyneb me xwest ku lêprisînek berfireh der barê der barê kargeriyê de  bê destpêkirin. Lambeyên depoyê girtî bûne. Em îro ji bo Hene li edaletê digerin. Em ji bo hemû jinan Rojîn Kabaîş, Gulîstan Doku, Rojwelat Kizmaz, Narîn Guran, Pinar Gultekîn, Emîne Bulut, Şule Çet û jinên din edaletê diqîrin.”