Li pêşiya Balyozxaneya Îranê darvekirin hatin protestokirin
- 19:23 6 Hezîran 2026
- Rojane
STENBOL- Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê li dijî înfazên siyasî û darvekirinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li pêşiya Balyozxaneya Îranê daxuyanî da û wiha hate gotin: “Werin em hemû bi hev re li dijî van qetlîaman dengê xwe bilind bikin, darvekirinan rawestînin û xwedî li nirxên mirovahiyê derkevin. Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin.”
Li Stenbolê Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê ji bo şermezarkirina înfazên siyasî û darvekirinên li Îranê li pêşiya Balyozxaneya Îranê daxuyanî da. Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA’yê, rêveberên DEM Partî, HDK û DBP’ê ya Stenbolê û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta li ser “Dengê gelê Kurd bi sêdaran nayê birîn û ji bo sêdaran bêdeng nemîne” nivîsîbû hat vekirin û wêneyên girtiyên ku ji aliyê Îranê vê hatine darvekirin hat vekirin.
Metna daxuyaniyê bi Kurdî û Tirkî hate xwendin. Kurdiya metnê endamê DBPê ya Stenbolê Mevlut Aykoç û Tirkiya wê jî aktivîsta TJA’yê Rojda Yilmaz xwend.
‘Gelê Kurd bi sedsalan e ku têkoşîna hebûn û azadiyê dide’
Mevlut Aykoç ziman ku Komara Îslamî ya Îranê ku dijminê mirovahî û demokrasiyê ye, ji roja avabûna xwe ve polîtîkayên zext, înkar û tunekirinê li ser gelê Kurd dimeşîne û wiha axivî: “Rejîma Îranê ya nijadperest û olperest a ku hewl dide daxwaza herî piçûk a mafên demokratîk jî bi darvekirin, girtin û zextên giran bêdeng bike, heta îro bi hezaran ciwanên Kurd qetil kiriye û bi vî rengî hewl dide rêveberiya xwe ya rûxandî û dijminê gel li ser piyan bihêle. Li Rojhilata Navîn, gelê Kurd bi sedsalan e ku têkoşîna hebûn û azadiyê dide. Lê belê rejimên zordar, li şûna biratiya gelan û jiyana demokratîk, gelê Kurd her dem wekî gefekê dîtine. Rejîma Saddam li Iraqê, rejîma Esad li Sûriyeyê û desthilatdariya dîktator li Îranê; ji bo binpêkirin a nasname, ziman, çand û daxwazên demokratîk ên Kurdan, hemû polîtîkayên xwe li ser dijminatiya Kurdan ava kirine. Ev hişmendiya ku dixwaze gelê Kurd li ser axa wan bike penaber, wan bêvîn bihêle û tune bike; bi polîtîkayên şer, sirgûn, înfaz û asîmîlasyonê ev çend sal in herêmê ber bi taritîyê ve dikişîne.”
‘Dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li çar aliyê cîhanê deng veda’
Mevlut Aykoç destnîşan kir ku kuştina Jîna Mahsa Amînî di sala 2022’yan de ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve, ne tenê li Îranê, li tevahiya cîhanê pêleke mezin a xezeb û berxwedanê afirand û wiha pê de çû: “Dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li çar aliyê cîhanê deng veda; ev dirûşm ne tenê bangek, lê veguherî felsefeyeke jiyanê ya gerdûnî ku azadiya jinê, wekheviya gelan û berxwedana li dijî rejimên zordar îfade dike. Rejîma Îranê ya ku ji roja avabûna xwe ve polîtîkayên darvekirinê li dijî Kurdan dimeşîne, îro hewl dide tengasiya xwe ya siyasî ya di qada navneteweyî de dîsa bi êrîşên li ser gelê Kurd derbas bike. Rejîma olperest a ku li hemberî aloziyên bi Emerîka û Îsraîlê re qels bûye, li hundur zextê hîn bêtir zêde dike; daxwazên mafên demokratîk tune dihesibîne û ciwan, siyasetmedar û aktîvîstên Kurd dike armanc. Di encama biryarên bilez ên ku bi dosyayên çêkirî, darizandinên biqusur û dadgehên formalîte de tên girtin, bi awayekî sîstematîk tên îdamkirin.”
‘Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin’
Aykoç bi bîr xist ku Mêhrdad û Aşkan Malêkî di dema çalakiyên li Îranê de hatibûn girtin, hatin darvekirin û wiha bi dawî kir: “Înfazên siyasî yên ku îro li Îranê tên sepandin, ne tenê li dijî gelê Kurd, êrîşeke aşkere ye li dijî mafên mirovan, demokrasiyê û nirxên mirovahiyê. Bêdengbûn, hevparbûna vî sûcî ye. Em ji vir bang li rejîma Îranê dikin: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin. Zextên li ser girtiyên siyasî bi dawî bikin! Dev Ji krîmînalîzekirina daxwazên mafên demokratîk berdin. Ev banga me ji bo raya giştî ya navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û hêzên demokrasiyê ye jî: Li hemberî darvekirinan bêdeng nemînin. Li dijî van polîtîkayên zext û înfazê yên ku li ser gelê Kurd tên meşandin, helwesteke zelal nîşan bidin. Bibin şopdarên binpêkirina mafên mirovan û zexta navneteweyî ya li ser rejîma Îranê zêde bikin. Gelê Kurd ne bi tenê ye. Kurd li Rojhilata Navîn yek ji dînamîkên herî bihêz ên jiyana demokratîk, xwişk-biratiya gelan û paşeroja azad in. Werin em hemû bi hev re li dijî van qetlîaman dengê xwe bilind bikin, darvekirinan rawestînin û xwedî li nirxên mirovahiyê derkevin. Gelê Kurd ne bi tenê ye! Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.







