Newroz Uysal Aslan: Divê gavên qanûnî bên avêtin
- 09:03 5 Hezîran 2026
- Ramyarî
Nelîhan Kardaş
ŞIRNEX- Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan li ser mafê hêviyê nirxandin kir û got ku ji bo pêvajo bimeşe sererastkirinên hiqûqî pêwistin û mafê hêviyê wek pirsgirêk di rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de ye.
Tevî 12 sal di ser biryara mafê hêviyê yê ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) der barê Abdullah Ocalan de daye hîna Tirkiyeyê tu tiştek nekiriye. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê der barê "Mafê Hêviyê" de heta meha Hezîranê dem dabû Tirkiyeyê. Komîteya Wezîran ji bo Tirkiye di mijara mafê hêviyê de gavê bavêje heta dawiya meha hezîrana 2026’an dem da. Dema ku hatiye dayîn tije dibe û bala her kesî li civîna ku wê bê kirin e.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan der barê mijarê de axivî û got pêknehatina biryarên DMME’yê nîşaneya krîzeke cidî ya pergalê ye.
‘Krîzek cidî ya pergalê ye’
Newroz Uysal Aslan da zanîn ku yek ji saziya herî bandor a Konseya Ewropayê DMME ye û got: “Di konseyê de bandor û pêkanînên komîte û komîsyonan bi sînor be jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê mekanîzmayeke bi bandor e. Konseya Ewropayê bi hevkariya dadgehê biryaran dide û ev bi biryar jî rewşa welatan nîşan dide. Ji ber vê jî Komîteya Wezîran ji 2014’an heta niha ev 12 sale biryar dane lê hîna Tirkiyeyê neaniye cih. Ev jî nîşaneya krîzeke pergalî ya cîdî ye.”
‘Prosedurek li dijî binpêkirinê nehatiye destpêkirin’
Newroz Uysal Aslan daxuyakirin ku ev rewş bi Tirkiyeyê sînor nîne û wiha pê de çû: “Konseya Ewropayê, Komîteya Wezîran û DMME bi krîzeke ku gelek dewlet biryaran pêk naynin re rû bi rû ye û ji bo vê jî gelek prosedur esas girtine. Der barê welatên biryar girtine de prosedur heye. Lê heta niha li dijî Tirkiyeyê ji bilî Demîrtaş û Kavala, prosedureke li dijî binpêkirinê nehatiye destpêkirin.”
'12 sal e biryarek nehatiye girtin’
Newroz Uysal Aslan der barê mafê hêviyê de jî nirxandin kir û wiha domand: “Ev 12 sale der barê biryara ku hatiye dayîn tu tiştek nehatiye kirin. Ev jî helwesta siyasî ya li dijî pirsgirêka Kurd nîşan dide.”
Newroz Uysal Aslan li ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokrtîk’ ya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di 27’ê Sibata 2025’an de kiriye sekinî û daxuyakirin pêvajo salek û nîve didome û ev tişt anî ziman: “Em li pêvajoyên beriya vê dinêrin di pratîkan de xitimandin heye û gavên şênber tune ne. Ji bo pêvajo pêşbikeve me sê ast pênase kiribû. Ya yekemîn rawestandin açekan û pêvajoya bê çek. Ev ne tenê alî PKK’ê de di alî dewletê de jî divê pêk bê. Asta duyemîn jî ‘derbasbûna hiqûqî’ ye. Asta sêyemîn jî qanûnên aştiya demokratîk e.”
‘Divê gavên qanûnî bên avêtin’
Newroz Uysal Aslan wiha dirêjî da nirxandina xwe: “Gavên qanûnî yên bên avêtin di çareseriya pirsgirêkê de şerta ewil e. Heta gavên qanûnî neyên avêtin ewlehiya pêvajoyê jî tuneye. Pirsigarêka Kurd heman demê de pirsgirêka hiqûqiye. Komîteya Wezîran tu carê mekanîzma kontrolê ji bo Abdullah Ocalan û mafê hêviyê pêk neaniye.Ji ber vê jî li dijî vê têkoşîna me divê hîn bêtir mezin bibe.”







