Pêkanînên rejîma Îranê li Şirnex û Mêrdînê hat şermezarkirin

  • 16:26 4 Hezîran 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Darvekirin û pêkanînên Îranê yên li ser jin, çalakvan û siyasetmedarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêk tîne, hatin şermezarkirin.
 
Li dijî darvekirin û pêkanînên Rejîma Îslamî ya Îranê yên li ser jin, çalakvan û siyasetmedarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dide meşandin, li Mêrdîn û Şirnexê hatin şermezarkirin. Di çalakiya şermezarkirinê de hat gotin ku li ku dera Kurdistanê êrîşek li ser gelê kurd hebe dê heta dawî têbikoşin.
 
Şirnex
 
Li Kolana Hunerê ya navçeya Silopyaya Şirnexê li hember pêkanînên rejîma Îranê, bi tevlibûna parlementera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, endam û rêvenerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk ên civakî û gelek welatiyan daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka DBPê ya Silopyayê Besê Cevîz ve hat xwendin.
 
Piştî daxuyaniyê parlamentera DEM Partiyê ya Şirnex Newroz Ûysal Aslan got ku rejîma Îranê di nav şerê heyî de jî êrîşên xwe li ser gelê Rojhilat zêdetir dike û wiha axivî: “Gelê Kurd ji bo mafê xwe dixwaze tê darvekirin, niha li zindanên Rojhilat û Îranê grevên birçîbûnê hene, li ku dera Kurdistanê êrîşek li ser gelê Kurd hebe em ê li hember vê têbikoşin û em van pêkanînên darvekirinê şermezar dikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma ‘Bijî yekitiya gelê Kurd’ bi dawî bû.
 
Mêrdîn
 
Li Parka Karayolû ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê bi tevlibûna endamên Platforma Saziyên Demokratîk ên Mêrdînê, endam û rêvenerên partiyên siyasî û gelek welatiyan daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Destê xwe yê bi qirêj ji xwîna Kurdan bikişîne’ hat vekirin. Hevserokê DBPê yê Mêrdînê Abdulselam Turan daxuyanî xwend û pêkanînên rejîma Îranê yên li ser gelê Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir.
 
Piştî daxuyaniyê 5 deqe çalakiya rûniştinê hat lidatxistin.