Bernameya ‘Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk’ diyar bû
- 16:14 4 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bernameya “Konferansa di Sedsaliya Duyemîn de Veguherîne Komara Demokratîk” a ku dê li Stenbolê di 13-14’ê Hezîranê de bê lidarxistin diyar bû. Gelek nivîskart û rewşenbîr dê li ser mijarên cihêreng biaxivin.
Di 13-14’ê Hezîranê de dê li Stenbolê konferansek girtîn bê lidarxistin. “Konferansa di Sedsaliya Duyemîn de Veguherîne Komara Demokratîk” dê li Navenda Çandê ya Cem Karaca bi temaya “Di Sedsaliya Duyemîn de Dahatûyek Hevpar” bê lidarxistin.
Vexuner
Vexwînerên konferansê ji rewşenbîr û nivîskarên navdar pêk tê: “Ahmet Tur, Alî Bayramoglû, Akin Bîrdal, Ayşegul Devecîoglû, Çîlem Kuçukkeleş, Dîba Keskîn, Dogu Ergîl, Ender Îmrek, Erdogan Aydin, Fadıl Bedirhaoglû, Fatma Bostan Unsal, Fazil Husnu Erdem, Ferhat Kentel, Gulten Kişanak, Îhsan Elîaçik, Julîde Kural, Kubal Kural, Levent Koker, Mehmet Bekaroglû, Mesut Yegen, Nuray Turkmen, Pkrat Estukyan, Riza Turkmen, Sureyya Karacabey, Şebnem Korur Fîncanci, Şukru Aslan, Cehap Coşkun, Yakin Erturk, Zeynep Alitok.”
Komara Demokratîk dê bê gotûbêjkirin
Mijara sereke ya konferansê di sedala duyemîn de avakirina komara demorkatîk e. Di çarçoveya vê sernavê de, raborî û pêşeroja pirsgirêka Kurd, pêşniyarên ji bo çaresiyê dê bên gotûbêjkirin. Herwiha dê hemwelatiya wekhev û pergalek demokratîk bê nîqaşkirin.
Bernameya 13'yê Hezîranê
Axêverên destpêkê: Gulten Kişanak û Riza Turmen
Axêverên vexwendî: Burhan Sonmez (Vekirina Pencerek bo Dadahtûyê)
Civîna Yekemîn
Çîroka Damezrîner a Komarê, Derfet û Ên Dervemayî
Moderator: Levent Koker
* Erdogan Aydin (Komarek Demokratîk Pêkan bû?)
* Hulya Osmanagaoglû ( Komar: Şoreşa Burjuwa, Têkoşîna Çandî, Tevgera Femînîst)
* Namık Kemal Dînç (Kêşeya Sedsalî: Kurd di Navberaq Îhya û Îmhayê de)
* Pakrat Estukyan (Di Avakirina Dahatûyê de Raboriya Dide Fikirîn)
Civîna Duyemîn
Tenêtiya Sedsalî: Neteweperestî, Bîr û Dabeşbûna Civakî
Moderator: Fatma Bostan Unsal
* Bekîr Agirdir (Gelo Em Dikarin Bêyî Ku Guh Bidên Hev, bi Hev re Bijîn?)
* Ferhat Kentel (Di Heman Raboriyê de Lê di Cîhanên Cuda de: Bîra Dabeşbûnê û Nelihevkirinê)
* Noémi Lévy-Aksu (Hevrûbûna bi Raboriyê re: Vegotina Dîrokî û yên Din ên Bîra Civakî)
* Serhun Al (Ji Asîmîlasyonê Ber Bi Entegrasyonê ve: Li Tirkiyeyê Hewldanên Hemwelatiya Berfireh û Nasnameya Neteweyî)
Civîna Sêyemîn
Pirsgirêka Kurd: Sedsala Nû ya Pirsgirêka Sed Salî
Moderator: Dogu Ergîl
* Alî Bayramoglu (Pirsgirêka Kurd, Serdemek Nû, Hevsengiyên Nû)
* Abbas Walî (Pirsgirêka Kurd, Ewlehiya Dewletê û Demokratîkbûna Pêvajoya Siyasî ya li Tirkiyeyê)
* Feyza Akinerdem (Vegotinên Nû Yên Pirsgirêka Kurd: Çîroka Jiyana Bi Hev re Çawa Tê Avakirin?)
* Mesut Yegen (Ji bo Çareseriyeke Rastîn: Ji bo Her Kesî Komar, Ji bo Her Kesî Demokrasî)
* Veysî Aktaş (Di Çareseriya Pirsgirêka Kurd de Entegrasyona Demokratîk û Avakirina Pêkvejiyanê)
Panel-Forum 1
Komara Kê, Pêşerojek çawa?
Moderator: Nuray Turkmen
* Îrfan Çagatay (Li Perava Komarê: Tecrûbeya Lazan û Hemwelatiya Demokratîk)
* Alî Duran Topuz (Li Dijî Hêviya Demokratîk, Restorasyona Hegemonîk)
* Huda Kaya (Ji Dîroka Zulmê Ber Bi Hestiyariya Kozmîk ve: Komara Çêker
* Levent Ayaşlioglû (Koçberbûna ji warê xwe, Pêkvejiyîn: Penaberî û Siyaseta Mafan)
* Îhsan Elîaçik (Ji Peymana Medîneyê Ber bi Komara Demokratîk be; Gelo Pêkvejiyan Pêkan e?)
BERNAMEYA 14’Ê HEZÎRANÊ
Civîna Çaremîn
Ji Civakê Ber Bi Dewletê ve Derfetên Demokratîkbûnê
Moderator: Akin Bîrdal
* Şukru Aslan (Tevna Civakî ya Piralî ya ku bi Siyaseta Yekperest a Komarê Hatiye Tepisandin)
* Ruşen Seydaoglû (Rola Avaker a Jinan di Avakirina Demokrasî, Aştî û Azadiyan de)
* Mehmet Bekaroglû (Neteweperestî, Welatparêzî, Hemwelatî?)
* Ozgur Erol (Komar, Kurd û Derfeta Veguherîna Hiqûqî û Demokratîk)
Civîna Pêncemîn
Civakîkirina Demokrasî û Aştiyê
Moderator: Şebnem Korur Fîncanci
* Ahmet Faruk Unsal (Di Pêkanîna Aştiya Civakî de Tecrubeyên Salên 2013-2015 û 2024’an)
* Yuksel Genç (Zemîna Civakî ya Aştiyê: Siyasetên Bêewlehiyê û Avakirina Demokrasiyê bi Hev re)
* Cemal Salman (Ji Îdealê Ber bi Rastiyê ve di Sedsala Duyemîn de Komar û Elewî)
* Vahap Coşkun (Demokratîkkirn û Mutabeqeta Civakî)
Civîna Şeşemîn
Li Bin Heman Ezmanî: Pişgirtî, Rêxistinbûn û Demokrasiya Beşdar
Moderator: Çîlem Kuçukkeleş
* Ahmet Turk (Siyaseta Demokratîk û Hêza Civakê: Ji Xwecîhî Ber bi Komara Demokratîk ve)
* Arîf Alî Cangi (Aştî bi Xwezayê re: Komara Demokratîk a Ekolojîk)
* Zulfiyet Yilmaz (Derfetên Beşdariya Demokratîk ji Xwecîhî Ber bi Navendê ve û Sînorên Hiqûqê)
* Bahadir Ozgur (Ked û Ekolojî: Ber bi Rêxistinbûneke Nû ve)
* Cuma ÇÎçek (Ji Bo Pêşerojekê Eko-Herêm: Nenavendîbûn û Siyaseta Hevbirrînê)
Panel-Forum 2
Komara Kê Ye, Pêşerojek çawa?
Moderator: Kuban Kural
* Neslîhan Acar (Karker Çawa ji Hemwelatiyê Hatin Derxistin?)
* Yildiz Tar (Tenêtiya Sedsalî: Azmûna Komarê ya bi Rastiya LGBTÎ+ re û di Sedsala Nû de Lêgerînên Çareseriyê)
* Dîba Keskîn (Di Pêşerojekê Çawa de Komara Demokratîk çi Sozan Dide Jinên Oldar?)
* Ayşe Gul Altinay (Bi Pişgiriya Cîhanî Hûnandina Aştiyê)
* Mehmet Ugur Korkmaz (Gelo "Cumhur" Komarê ji Ciwanan re Dihêle?)
Dawî: Parvekirina metna "Banga Demokratîk ji bo Sedsala Nû"







