Parêzvana mafan li Îranê hat girtin
- 15:06 4 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Li Îranê parêzvana mafên zarokan û welatiya Behayî Nîhale Şehîdî hat girtin û ji bo cezayê xwe yê 6 salan ê girtîgehê bikşîne wê şandin girtîgeha navendî ya Kermanê.
Parêzvana mafê zarokan û welatiya Behayî Nîhale Şehîdî ku li Kereca Îranê dijî, ji bo cezayê xwe yê 6 salan ê girtîgehê bikşîne, hat girtin û wê şandin girtîgeha navendî ya Kermanê.
Li gorî nûçeyên hatine weşandin, Nîhale Şehîdî piştî ji aliyê rayedaran ve bangî wê hatiye kirin, hat girtin û wê şandin girtîgehê. Hat diyarkirin ku ev biryar berê ji aliyê Dadgeha Temyîzê ya Parêzgeha Kermanê ve hatibû erêkirin.
Di 2023’an de hatibû binçavkirin
Nîhale Şehîdî di 29’ê Adara 2023’an de ji aliyê Yekîneya Îstîxbarata Pasdarên Şoreşa Îranê ve li Îstasyona Trenê ya Kermanê hatibû binçavkirin. Li gorî agahiyan, hêzên ewlehiyê di heman demê de bi ser mala wê ya li Kerecê de girtin, li malê lêgerîn kirin û gelek tiştên kesane û cîhazên elektronîk desteser kirin. Çavkaniyên mafên mirovan ragihandin ku di dema lêgerînê de gelek belge û amûrên ragihandinê jî hatine desteserkirin.
9 mehan girtî ma
Hat diyarkirin ku Nîhale Şehîdi piştî binçavkirinê nêzî 9 mehan girtî maye. Di vê heyamê de, malbat û xizmên wê ji ber destpênekirina darizandin û dirêjkirina lêpirsînê, fikarên xwe anîn ziman. Piştî lêpirsînê, bi kefaleteke zêde bi awayekî demkî hat berdan.
Dadgehê biryar neguherand
Rûniştina yekem a doza Nîhale Şehîdî di Tebaxa 2025’an de li Dadgeha Şoreşê ya Kermanê hat dîtin. Di encamê de 6 sal cezayê girtîgehê li parêzvanê mafên zarokan hat birîn. Piştre Dadgeha Îstînafê ya Eyaleta Kermanê ku dosya nirxand, bêyî guhertinan biryar erê kir.
Rêxistinên mafên mirovan diyar dikin ku di salên dawî de zextên ewlehî û dadwerî yên li ser civaka Behayî li Îranê zêde bûne, bi rêkûpêk raporên binçavkirin, girtin û binpêkirinên curbecur ên mafên mirovan diweşînin.







