Jiyanek bi xizanî, binpêkirin û têkoşînê dewam dike: Karkerên demsalî

  • 09:03 18 Gulan 2026
  • Rojane

  

Gulistan Gulmuş
 
RIHA - Karkerên demsalî ku li dijî binpêkirina kedê û xizaniyê têkoşînê didin, beramberê keda xwe nagirin û li dijî gotinên desthilatdariyê jî bi hêrs in.
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê krîza aborî bandorek mezin li ser gel dike. Yên ku herî zêde bi bandor dibin karkerên demsalî ne. Karkerên demsalî li dijî pirsgirêka aboriyê têkoşînê didin û hewl didin roja xwe xilas bikin.
 
Dest bi kar dikin
 
Li gundê Welatê Şêxa ya navçeya Xelîliye ya Rihayê karkerê li ser erdên darên bihîvan dixebitin û dora daran ji gîhayên nebaş paqij dikin.
 
Karkerên demsalî sibehê zû radibin û li wesayîtê siwar dibin. Piranî zarok in. Karker zarokên xwe bi xwe re dibin. Karkerên demsalî tevî hewaya cemîdî, bi zarokên xwe re li ser erd dixebitin. Jinên karker ji zarokên xwe re li ser erd taştê amade dike. Yek ji van dayikan Aliye Tatli ye.
 
Aliye Tatli der barê xebatê de axivî û da zanîn ku ew her karî dikin, fistikan, bihîvan kom dikin, darên wan paqij dikin. Aliye Tatli wiha got: “ Em sibehê saet di 4 û nîvan de radibin. Em di 8’an de dest bi kar dikin û heta 4 û 4 û nîvê êvarê dixebitin.”
 
 
‘Min jî dixwest jiyana min xweş be’ 
 
Aliye Tatli wiha dirêjî dayê: “Zehmetiya kar zêde ye. Em beramberê keda xwe nagirin. Rojaneya me carna hezar carnan jî 900 TL ye. Her tişt biha ye. Beriya ez bizewicim me karê xwe dikir. Pezê me hebû. Piştî ez zewicîm me wisa berdewam kir. Karê me pir zehmet e. Em di bin rojê de dixebitin. Em beramberê keda xwe nagirin. Min jî dixwest jiyana me xweş be. Divê dewlet alîkariyê bide karkeran.”
 
Jina bi navê Necla Bogan jî wiha anî ziman: “Ez 36 salî me. Em karkerên demsalî ne. Em erdan av didin, karên din dikin. Min dibistan nexwest. Em debara xwe wisa dikin. Em dora daran paqij dikin. Zarokên me yên biçûk jî li gel me ne. Zarokên divê li dibistanê bin ligel me li ser erdan dixebitin. Em li ser axa xwe wek penaber dijîn. Em rastî newekheviyê tên. Em heta êvarê dixebitin lê em heqdestê xwe nikarin bigirin.”