Ji Gemlîkê bang kirin: Divê demildest Abdullah Ocalan azad bibe
- 09:07 22 Nîsan 2026
- Rojane
Rozerîn Kurt
BURSA - Jinên di çarçoveya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Gemlîkê hatin gel hev, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşmeya ‘Dema jinê jinê, dema bi serokatiya azad û azadiyê re ye’ di çarçoveya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de di 19’ê Nîsanê de berbi Gemlîkê ve meş pêk anî. Jinan careke din azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan anîn ziman.
Jinên TJA’yê yên çûn Gemlîkê, daxwaza azadiya fîzîkî ya Abvdullah Ocalan kirin.
‘Ev meş ji bo azadiya Abdullah Ocalan û jinan e’
Arzu Karaman ya ji Amedê çû Bursayê diyar kir ku ewil li Rihayê rawestiyane û got: “Em wek jin ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatin Gemlîkê. Ev meş ne tenê ji bo azadiya Abdullah Ocalan j ibo azadiya gelan û jinan jî pêk hat. Em jin kelecanîne. Ji bo pêvajo bi awayekî baş bimeşe me ev meş pêk anî.”
‘Em azadiya serokatiya xwe dixwazin’
Saadet Dogma ya ji Gever a Colemêrgê tevli meşê bû da zanîn ku ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ketine rê û wiha bi lêv kir: “Serokatiya me pêvajoyek danî ber me. Bi dewletê re lihevkirinek hat kirin lê dewletê gav navêt. Divê demildest deriyên girtîgehan bên vekirin. Divê girtî azad bibin. Em dayik ji bo aştiyê wê heta dawî têbikoşin. Em dixwazin serokatiya me demildest bê berdan. Serokatiya me ne azad be em jî ne azadin.”
‘Azadiya Ocalan azadiya jinan e’
Parlamentera DEM Partî ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altun jî destnîşan kir ku ew bi îradeya jinan îro li Gemlîkê ne û wiha berdewam kir: “Gelê Kurd her tim di daxwaza azadiya ji bo Birêz Ocalan israr kir. Tu car ev daxwaz qels nebû. Jin dizanin ku azadiya Birêz Ocalan azadiya jinan, ciwan û civakê ye.”
Zîlan Ozturk jî diyar kir ku ew ji Stenbolê tevli meşa Gemlîkê bûne û ev nirxandin kir: “Ji gelek bajaran jin hatin. Azadiya serokatiya me ji bo me girînge. Ji bo azadiya serokatiya me pêk bê em hatin Gemlîkê.”
Gulşen Karasu ya ji Stenbolê hatiye jî wiha got: “Azadiya birêz ocalan azadiya gelê Kurde. Em ji bo azadiya wî îro li vir in. Em îro bi van daxwazan bi hezaran hevalên jin re hatin gel hev.”
‘Mîmarê aştiyê Îmraliye’
Hatîce Oncu ya ji Mêrdînê tevli meşê bû jî ev nirxandin kir: “Wek me di dirûşmeya xwe de jî diyar kiriye, mîmarê aştiyê Îmraliye. Me name û kulîlkên xwe ji Birêz Abdullah Ocalan re şand. Em carek din dibêjin, divê demildest azadiya Abdullah Ocalan pêk bê.”
Jineke din ya ji Stenbolê jî hatibû bi lêv kir ku ew ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin û got heta ku bigihêjin armanca xwe wê bi biryar têkoşîna xwe bimeşînin.”







