Ji YRD'ê têkildarê Roja Rojnamegerên Kurd daxuyanî
- 10:43 22 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Giştî ya YRD'ê Roja Rojnamegerên Kurd pîroz kir û got: "Em soza xwe dubare dikin ku armancên wan pêk bînin ku di oxira eşkerekirina rastiyê de canê xwe feda kirin."
Koordînasyona Giştî ya Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD), têkildarê 22'yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurd daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyek de wiha hat gotin: "Di serî de Mazlûm Dogan ku bi eşq û lêgerîneriya mezin a heqîqetê, bi berpirsyariya wijdanê exlaqî yê civakî, bi armanca xwedîderketina li wezîfeya bilindkirina dengê civaka demokratîk û gelê me beriya bi 48 salan bi rê ket û kevneşopiya çapemeniya azad da destpêkirin, Gurbetellî Ersoz, Mûsa Anter, Seyît Evran, Gulistan Tara, Azîz Koyluoglû û Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan ên li Rojava di şopandina nûçeyê de şehîd bû û kedkarê mezin ê kevneşopiya Çapemeniya Azad a 40 salan Huseyîn Aykol û di şexsê wan de hemû şehîdên xwe yên çapemeniya azad bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê armancên wan pêk bînin ku di oxira wê de canê xwe feda kirin."
Em Roja Rojnamevanên Kurd li hevalên xwe yên rojnamevan ên Kurd hemûyan pîroz dikin ku ji rojên tarî yên ku hebûna gelê Kurd dihate înkarkirin, qirkirina fîzîkî û çandî lê dihate ferzkirin gihand wan rojan ku têkoşîna hebûn, ziman û nasnameyê bi rengê herî xurt tê meşandin, di vê oxirê de ked, hewldan û berdêlên giran dan, êşkence dîtin, bi dehan salan li girtîgehan hatin mehkûmkirin, neçar man derkevin derveyî welat û hîn jî li gel her cûre zext û zordariyê jî ji bo ronîkirina rastiyan li pey nûçeyan wezîfeya xwe bi cih tînin. Em di karê wan de serketinê dixwazin.
Di serdema heyî de medya veguheriye amûra bingehîn a rizandina exlaqê civakî. Çanda derewan a ku bi dezenformasyon û manîpulasyonê hatiye afirandin, li nava civakê tê bicihkirin. Halbûkî medya ku divê bibe dengê aştî û demokrasiyê yê navbera gelan û baweriyan, ji her demê bêhtir veguheriye dengê şer û tundiyê. Şerê ku ji bo qezenca komek ji sermayedaran tê kirin, 24 saetan bi armanca şerê psîkolojîk bi zindî tê weşandin. Weşangeriya neteweperestî, nijadperestî, olperestî, mezhebperestî û berdana hev a gelan tê rewakirin. Di medyayê de tundiya li jinê, kuştin, ziyana li xwezayê ji bilî objeyeke nûçegihaniyê nabe tiştekî cuda. Di nava medyayê de ji bo tundiya li jinê û ziyana li xwezayê hincet têne afirandin û nîşandan. Ya herî girîng jî ew e ku akademîsyenên ku qaşo divê zanyar bin, li ser ekranan kiryarên antî demokratîk ên desthilatdariyê li civakê ferz dikin. Yek rengî û yek dengî weke amentuyekê pêşkêşî civakê dikin. Medya veguheriye kargeheke hilberîna derewan ku gav bi gav civakê bi dojehê dide qayilkirin.
Bi taybetî li hemberî şerê ku li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn tê ferzkirin, li herêmê bi taybetî jî li Tirkiyeyê pêwîstî bi afirandina demokrasî û aştiya navbera gelan û baweriyan heye. Bi vê armancê zêdeyî salek e Rêber Apo li Tirkiyeyê pêvajoyek daye destpêkirin. Hewldanên Rêber Apo gelekî hêja ne ku li nava mercên Zindana Îmraliyê ji bo afirandina Aştî û Civaka Demokratîk têdikoşe. Lê belê hin saziyên çapemeniyê yên li Tirkiyeyê ku dixwazin vê pêvajoyê têk bibin, careke din hate dîtin bê çiqasî li dijî aştî û demokrasiyê ne. Ev ziman bi kêrî gelên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn nayê. Ev yek rojnamevanî nîne, lê belê berdevkiya şerxwazan e.
Di vê demê de ku heqîqet ewqasî parçe bûye û tine tê hesibandin, bêguman weke doh wê îro jî hinek hebin ku rastiyê dinivîsînin, rastiyê dibêjin û rastiyê diweşînin. Di navbera yên ku dixwazin rastiyê veşêrin û tine bihesibinînin û yên ku dixwazin rastiyê derxînin holê û pêşkêşî civakê bikin têkoşîneke mezin berê hate meşandin, îro jî wê bê meşandin.
Li ser vê bingehê em Roja Rojnamevanên Kurd careke din li wan hevalên xwe yên rojnamevan pîroz dikin ku bi eşqa heqîqetê wezîfeya xwe ya civakî bi rengekî hêja bi cih tînin û di karê wan de serketinê dixwazin."







