Komîsyona Jinan a DBP'ê ya Marmarayê hat îlankirin

  • 15:45 7 Adar 2026
  • Rojane
STENBOL - Komîsyona Jinan a DBP'a Marmarayê bi daxuyaniyekê li Stenbolê damezrandina xwe ragihand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jin dê di pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" de hêza pêşeng bin û wiha hat gotin: "Em bi berpirsiyariya hilgirtina ala 'Jin Jiyan Azadî' digihîjin asta herî bilind, xwe birêxistin dikin."
 
Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Marmarayê li avahiya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist û damezrandina Komîsyona Jinan a Marmarayê ragihand. Metna kurdî ji aliyê endama Meclîsa Jinan a DBP'ê Rojan Aydin û ya tirkî jî ji aliyê endama Meclîsa Jinan a DBP'ê Vildan Dogan ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Em we hemûyan bi coşa heştê Adarê û germahiya Newrozê silav dikin. 
 
Rojek berî 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ya 2026'an û sala 2'yemîn a banga sedsalê ya 27'ê Sibatê de bi zanebûna jin pêşengên birêxistinkirina pêvajoya banga aştî û civaka demokratîk a li ser perspektîfa civaka demokratîk, ekolojik a azadîxwaziya zayendî ya rêzdar Ocalan a ku wî di şexsê gele Rojhilata Navîn de pêşkêşî tevahiya cîhanê kiribû û bi berpirsiyariya ber bi lûtkeya herî jor ve bilindkirina ala 'Jin Jiyan Azadî' em Komisyona Jinan a DBP'ê a Marmarayê îlan dikin. 
 
Têkoşîna wekheviya zayendî ya civakî
 
Mabesta me bi wê hêz û baweriya ku em ê ji hemû jinên azad ên wekî; Leyla Qasim, Sara û Nagîhan, Zarîfe û Clara Zetkîn, Mahsa Jîna Amînî, Rahşan û Denîz, Mîrabel û Arîn û bi tevî ew jinên hêca yên ku di têkoşîna azadiya jinê de cih girtine û me navê wan bilêv nekirî lê bi çand û nasnameya ku avakirine şopa xwe li bîra me xistine û mîrateyek li pey xwe hiştine, têkoşîna xwe bilintir û domdartir dikin. Mebesta sereke ya komîsyona me; li hemberî koletî, bêstatubûn, bênasnametî, bêhiqûqîya li ser jinan, dîsa li hemberî polîtîkayên şerê taybet ê ku dijminatiya jinan dike û her cure tundiya li ser jinan sekna me, birêxistin û mezintirkirina têkoşînê ye.
 
8'ê Adarê di cîhanê de nîşana pîrozkirina serkeftinên jinan ên siyasî, aboriyî û civakî û di heman demê de nîşana têkoşîna wekheviya zayendî ya civakî ye. Wekî jinên kurd em di sedsala bîst û yekemîn de van destkeftiyên tevgera jinên karker ên ku di sedsala nozdehemîn de bi şiyara 'Ji bo heman karî heman rayîş' me bi ziman, çand û nasnameya xwe ji nû ve şêwand û şêwandina wê didomînin. Helbet ev têkoşîn nîşaneya hebûna modelek jiyanê ya alternatîfa li hemberî civakên baviksalar û sîstema kapîtalîst û mîlîtarîst a ku di bin serweriya nîjadperestî û şovenîzmê de ye ku jin bindestên bindestan in.
 
Felsefeya rizgariya 
 
Îro rasteyeke ku têkoşîn ji malan daketiye ber bi qadan, kargehan, kursiyên akademîk û meclîsan û qadên azad ve belav bûye û wêrekî û baweriya pêkanîna şoreşê ava kiriye. Weke jinên kurd; me têkoşîna xweparastina rewa ya bi dehan salan domiya hebûna kurdan peyitand, di gel vê me îdeolojiya rizgariya jinan îlan kir, partiya jinan ava kir û bi pêşketinên heta avakirina zanista jinan jîneolojiyê derxist holê. Êdî Jin Jiyan Azadî wekî felsefe ji teorîbûnê derketî, bûye şiyarek gerdûnî, bi tenê bi jinan jî bi sînor nemaye, mêran jî ew wekî hêvî û felsefeya rizgariya xwe qebûl kiriye û li qadan berz kiriye. 
 
Dema 8'ê Adara sala 1987'an, li Qamîşloya Rojava bi civînên di malan de dihat pîrozkirin, îro jî em şahidiyê dikin ku jin pêşengiya şoreşa jinê dikin. Ji bo zê û zêdekirina hemû destkeftiyan em ê xwebûniya xwe bi dest bixin û xwe birêxistin bikin. Em di siyaset û avakirina civaka komînal a demokratîk de dê gotinên xwe her binîn zimên. Em ê ji bo avakirina pergala civaka komînal, demokratîk, ekolojîk a li ser bingeha azadiya jinan tê înşakirin bibêjin 'Niha Dem dema Jinan e'  û rêya xwe bidomînin. 
 
Bijî 8'ê Adarê,
 
Bijî têkoşîna azadiya jinan"