Anatomiya şoreşekê

  • 09:20 6 Adar 2026
  • Jineolojî
"Van xeyalan bedelên mezin bi wan dan dayîn. Ji bo civaka Kurd bedelek giran bû. Ji ber pergalên cîhanê her bindest di bin dorpêçek giran de digirtin. Ji ber vê jî fedakarî pêwist bûn. Lê ev bedel nehatibana dayîn ji tunebûnê derketin ne pêkan bû. Ger azadî evqas hêsan bihata bidestxistin wê mirovan 5 hezar sal in şer nekiribana."
 
Havîn Guneşer
 
Ya mirovan ber bi têkoşîn û berxwedanê dibe çiye? Ya me ber bi vir dibe çiye, hÊza xeyala cîhanek din e. Ya ku Abdullah Ocalan, Hakî Karer, Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Alî Haydar Kaytan, Sakîne Cansiz û hevalên din ên salên 1960 û 1970'ê de kirin ev bû. Xeyalkirin. Kê dikaribû ji hêza şoreşger a 1968’ê bireve. Serhildanên 1968’an sextekariya lîberalîzmê derxist holê. Abdullah Ocalan û hevalên wî hem ji tevgerên çep a Tirkiyeyê hem jî ji pêla vê bandor bûn û xwe girêdayê tevgera rizgariya radîkal hîs kirin.
 
Koma li dora fikr û nêrînên Abdullah Ocalan ava bû ne tenê ji Kurdan ji şoreşgerên gelên cuda pêk dihat. Dema hîmê Partiya Karkeran a Kurdistanê ava bû jinan ji destpêkê de di vê komê de cih girtin. Xeyalên sexte yên dewletê hatin redkirin. Rizgariya xwe bi rizgariya gelên Tirkiyeyê xeyal kirin. Pêkhatina xeyalên hebûnê ya gelekî îro hêsan bê dîtin jî wê demê bi hevkariya hevkar û partiyên siyasî yên hundir ve xeyalkirina vê zehmet bû.
 
Gotina Abdullah Ocalan a ‘Mirov heqîqetê heyî dike’ rêwitiya tevgera azadiya Kurd tîne ber çavên mirovan. Em wî hem jî hevalên wî di vê meşa dirêj a şoreşê de ev dubare dubare îspat kirin. Têgeha ‘hunera azadiyê’ ya ku wî jî bixwe îfade kir, her tiştî îfade dike. Lêgerîna azadiyê ya li dijî tunekirina Kurdan hat destpêkirin, bi lêpirsînkirinê watedar bû.
 
Van xeyalan bedelên mezin bi wan dan dayîn. Ji bo civaka Kurd bedelek giran bû. Ji ber pergalên cîhanê her bindest di bin dorpêçek giran de digirtin. Ji ber vê jî fedakarî pêwist bûn. Lê ev bedel nehatibana dayîn ji tunebûnê derketin ne pêkan bû. Ger azadî evqas hêsan bihata bidestxistin wê mirovan 5 hezar sal in şer nekiribana.
 
Nivîskar, felsefevan û lîderê siyasî Abdullah Ocalan di 1970’ê de digêheje vê encamê: “Kurdistan mêtînger e’ li ser vê ji wê demê de ye ji 60’î zêdetir pirtûk nivîsî.  Abdullah Oalan koloniyana hundir a çar netew dewletên ku Kurdistan dagir kir analîz kir. Ji vê analîzê felsefeya siyasî pêş xist û di gelek aliyan de ev felsefe pêş xist. Dema der barê azadiya jinan an jî dîroka şaristaniyan de dinivîse jî hemû fikra têgeha dekolonîzasyonê dipêçe.
 
Abdullah Ocalan û hevalên xwe di hawireke ku  nîqaşên ‘Kurd hene an tune ne’ yên bidawî dibû de derketin holê. Berhema tevgera ciwanên 1968’an bû. Li aliyekî qirkirinên di civaka kurd de dihatin jiyîn li aliyê din jî hebûna Kurdan bi tundiyê dihat çewisandin. Rewşa jinê hîn bêtir wêran bû. Ji ber ku jina Kurd her ku tune dibû têgeha Kurd jî ber bi tunebûnê ve diçû.
 
Di salên avabûna îdelolojîk de Ocalan û hevalên xwe ji têkoşînên Vîetnam, Angola, Cezayîrê û Frantz Fanon bi bandor bûn. Di destpêkê de rexneyê ji qadên jiyanê wêdetir mêtînger hedef digirt. Armanc  îdeolojiya fermî îfşakirin û di esasa îdeolojiya tê ferzkirin de mêtînger tunekirin bûn. 
 
Tevî hewldanên dewleta Tirk û hêzên cîhanê yên fetisandina vê tevgera nû Ocalan û hevalên xwe têkoşîna jiyanê dan û bi ser ketin. Tevgera Azadiya Kurd tevî hemû êrîşan xwe nû kir û domand. Tevgerên rizgariyên netewî yên din demekê li welatên li berxwe didin kontrol xistin destê xwe. PKK’ê encama vê dît; şoreşgerên xeyala sosyalîzmê dianîn ziman bûn desthilatdar û rêveberên welat. Bêguman dersên din jî hatin fêkirin. PKK dema di tevgerê de bû tecrubeya ‘sosyalîzma reel’ jiya, bi sosyalîzm û burokrasiyê re ev gelek girîng bû.
 
Qebûlkirina nasnameya Kurd û pirsgirêka Kurd ji serê sala 1970’ê şûnde hemû jiyana Abdullah Ocalan dorpêç dike. Hemû pirsgirêkên bi kesayeta wî derdikeve holê bi sosyolojiya Kurd- nasnameya Kurd ve girê dide. Ji ber vê jî têgihişt ku nasnameya Kurd pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin tu pirsgirêkên aborî manewî nayên çareserkirin. Ev jî dihat wateya civakîkirin û çareseriya xwebûnê.
 
Pêvajoya 1950-1960'î ya redkirina malbatê, ya 1960-1970’ê redkirina civaka kevneşopî, ya 1970-1980’ê redkirina civaka modern, salên 2000’î jî wek pêvajoya tacîdarkirina modernîteya demokratîk dikare bê nirxandin.
 
Ocalan û hevalên xwe ji roja destpêka têkoşînê heta niha ji bo heqîqetê derxin holê zor û zehmetiyên mezin kişandin. Ji1973’yan heta 1978’an  û heta 1999’an 26 salan têkoşîneke mezin a bêhempa hatiye meşandin. Di vê pêvajoyê de pergala sosyalîzma reel belav bûye. Dîsa têkoşînên rizgariya netewî li gelek deverî bûn desthilatdar û wek netew dewletan mane. Her wiha femînîzmê tevî ku rewşa jinê û binpêkirina wê derxistiye holê jî hîna ji pergala heyî derneketiye. Lê van hemûyan Abdullah Ocalan ber bi xitimandinekê ve nebir. Ew ber bi lêpirsînkirinê ve bir.
Abdullah Ocalan ku di 1999’an de lîderê PKK’ê dihat zanîn piştî komploya navneteweyî şûnde li her çar parçeyê Kurdistanê û cîhanê bi xwedîderketina li Ocalan bû lîderê hemû Kurdan. Kurd û Abdullah Ocalan di asta global de bi têkoşîn û berxwedana xwe hatin nasîn.
 
Abdullah Ocalan bi parastinên Îmraliyê xeta 1993’yan domand û bi vîzyona xwe bala her kesî kişand. Piştre tevgera Kurd û gelê Kurd ji pozîsyona ku darbeyan bigirin derxist. Paradîgma azadiya jinê a demokratÎk û ekolojîk sîstematîze kir. Di sedsala 20’an de pêşiya sosyalîzma demokratîk vekir.
 
Yek ji taybetiya herî mezin a Abdullah Ocalan ev e ku her tim xwe pêş dixîne, di vî alî de hem di alî entelektuel hem di alî pratîk de kedek mezin mijara gotinê ye. Ev di heman demê de di terza lîdertiyê de jî wisa ye. Pirsgirêk û nakokî ji nedîtîve nehat, derxist holê û her tim di lêgerîna mekanîzma çarsreiyê de bû.
 
Di alî PKK’ê de salên 1996-97-98’an di alî têkoşînê de ku wek têkoşîna çînî û zayendî dihat pênasekirin zehmet derbas bû. Abdullah Ocalan di 1986’an de di nirxandinên kesayetê de nirxandinên ‘pratîka rast, jiyana rast, şerê rast’ dike. Bi van nirxandinan jî bersiv hîn kûrtir kir. Abdullah Ocalan diyar dike ku têgîhiştina Kurd bi têgîna mêtîngeriyê nayê îfadekirin, ketiye lêgerîna çavkaniya prisgirêkan ku ji ku derê tê. Ji bo heqîetê derxe holê  wek parçeyek mirovahiyê girêdayîna bi azadiyê û civakê ferz bûye.
 
Nîşe: Berdewamiya nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘kokên qutbûna mezin û paradîgma nû’ wê bê weşandin.
 
Ev nivîs ji hejmara 35’an a mijara dosya ‘sosyalîzma civaka demokratîk’ a kovara jineolojiyê hatiye girtin.