Testa weremê ya Yuksel Sumbul pozîtîf derket

  • 12:24 6 Adar 2026
  • Rojane
WAN - Testa nexweşiya weremê ya Yuksel Sumbul, a ku demeke dirêj e li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Wanê di karantînayê de bû,  pozîtîf derket.
 
Qada ku girtiyên siyasî li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Wanê tê de dimînin, ji ber gumanbariya nexweşiya weremê nêzîkî mehekê ye di karantînayê de ye. Testa nexweşiya weremê ya Yuksel Sumbul, a ku demeke dirêj e li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Wanê di karantînayê de bû,  pozîtîf derket.
 
Testa nexweşiya weremê pozîtîf derket
 
Li gorî agahiyên ku ji parêzerên Şaxa Wanê ya Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) hatine wergirtin, ku pêvajoyê dişopînin, diyar kirin ku testa nexweşiya weremê ya Yuksel Sumbul a ku demeke dirêj e li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Wanê di karantînayê de bû,  pozîtîf derket. Hat gotin ku pêvajoya dermankirina Yuksel Sumbul dest pê kiriye û ew ê nêzîkî 6 mehan di karantînayê de bimîne û were dermankirin.