Di çarçoveya 8’ê Adarê de li Qereyaziyê atolyeyên jinan

  • 18:54 5 Adar 2026
  • Rojane

ERZIROM - Li navçeya Qereyazi ya Erziromê di çarçoveya bernameyên 8’ê Adarê de atolye hatin lidarxistin û li ser dîrok û îgirîngiya 8’ê Adarê nirxandin hatin kirin.

Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) çarçoveya 8’Ê ADarê de li taxên Karagîvîç û Elûcan a Qereyazi ya Erziromê atolyeyên jinan pêk anîn. Gelek jin tevli atolyeyan bûn û li ser dîroka têkoşîna jinan û rêxistinbûnê sekinin.

Endama meclîsa jinan a DBP’ê Narîn Gezgor axivî û got li her çar parçeyê Kurdistanê jin têkoşînek mezin didin.

Li taxa Karagîvîç jî di atolyeya pêk hat de berdevka meclîsa jinan a DBP’ê Berîvan Bahçecî li ser têkoşîna jinan a li dijî zîhniyeta mêr axivî. Mulkiye Ezmez jî girîngî û wateya 8’ê Adarê nirxand.

Atolye bi pirs û bersivên jinan bidawî bû.