Li Wanê deklerasyona 21'ê Sibatê hat eşkerekirin

  • 12:11 17 Sibat 2026
  • Rojane
WAN - Platforma Saziyên Demokratîk li Wanê deklarasyona 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî eşkere kir û got: "Heta zimanê kurdî di destûra bingehîn de were qebûlkirin, bi zagonan were mîsogerkirin, bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta Zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê, em ê têkoşîna xwe xurtir bikin."
 
Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê, têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê deklarasyona bi sernavê "Perwerdeya zimanê dayikê, ji Kurdî re statu" li navçeya Armûşê ya Wanê, li avahiya KURDÎGEH'ê ragihand. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşma “Bê kurdî jiyan nabe” û “Bijî zimane kurdî” hat berzkirin. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka KURDÎGEH'ê Arîfe Arslan ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Ziman, ji bo mirovan, gel û neteweyan rûmet e, nasname ye, nebûn e.  Di heman demê de hêmanê bingehîn ê netewebûnê ye. Mirov bi zimanê xwe dibin mirov gel û civak bi zimanê xwe dibin netewe. 
 
Her wiha gel û civak bi rêzgirtina ji nirx û rûmetên hev re, dikarin hezkirin, xweşbînî û hestên xuşk û biratiyê di navbera xwe de ava bikin, bipêş bixin û bingeha aheng û pêkvejiyanê mayînde û mîsoger bikin,  wekheviya zimanê dayikê jî, bi pirrengî, pirdengî pirçandî û pirzimaniyê saz bikin. 
 
Em, îro bi sedema bername û plansaziya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê Ya Cîhanê hatinê cem hev.
 
Bêguman dîrokçe û çîroka vê roja ku ji bo zimanên gel civakan ewqas  girîng e heye. 
 
Ew jî, têkoşîna gelê Bengal (Gelê welatê Bangladeşa vê demê) ya ji bo zimanê xwe yê dayikê, ye, ku têkoşîn û kampanyaya çalakiyan  a xwendekarên zanîngeha Dakkayê, di şikandina pergala yekparêz û yekzimanî de bûne hîmên bingehîn ên vê roja parastina çand û zimanên ku bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne.
 
Ji ber vê jî,  21'ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ji aliyê Rêxistina Çand, Ziman û Zanistê (Unesco) yê ve hatiye webûlkirin û îlankirin. 
 
Di sedsala 21'emîn de, hîn jî li gelek welatên cîhanê gel û netewe, weke gelê kurd ji bo çand, ziman û nasnameya xwe têkoşînê dimeşînin, daxwaza mafên xwe yên kollektîf dikin û di oxira nirx û rûmetên xwe yên neteweyî de berdêlên mezin didin.
 
Gelê kurd jî, zêdetirî sed salan e, li dijî pergala yekperest a ku li hemberî çand, ziman û nasnameya gelê kurd polîtîkayên înkar û tunekirinê dimeşîne, li ber xwe dide, daxwaza mafên xwe yên nasnameyî dike û bang li hemû gelên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê dike ku têkoşîna xwe ya ji bo statu û mafên xwe yên zimanî xurttir bikin. 
 
Weke saziyên zimanê kurdî, bi hest, helwest û hişmendiya parastin, pêşvebirin û bilindkirina qîmet û rûmeta zimanê kurdî, bi daxwazên xwe yên Perwerdehiya bi zimanê dayîkê, em ê, bi şiara 'Statuya kurdî-perwerdeya bi kurdî' xebatên xwe yên Zimanê Kurdî, yên di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê Ya Cîhanê de bimeşînin û bi panel, meş, daxuyanî, nîşandana lîstikên şanoyê, film û belgefîlman, nîşandana lîstikên şanoyê yên ji bo jinan û her wiha lîstikên şanoyê yên ji bo zarokan, şevbuhêrkên dengbêjan, bernameyên îmzekirina pirtûkên ku ji aliyê nivîskarên kurd ve hatine nivîsandin, li cihên navendî danîna standên bi daxawaza Perwerdehiya Zimanê Kurdî, vekirina Parka Gulîstana Zimanan, konserên pirzimanî, forum û belgedayînan, bi hevkariya saziyên ziman û çandê lidarxistina konserên pirzimanî, semînerên hişmendiya ziman ên ji bo malbatan, stand-up, bi pêşengiya Meclîsa Zaravayê Kirmanckî, ji bo pêşîlêgirtina wendabûna zaravayê Kirmanckî, ji Rêxistina Çand, Ziman û Zanistê (Unesco) û Wezîrê Perwerdehiyê  re şandina nameyan, kar xebat û têkoşîna xwe ya zimanê dayîkê berdewam bikin.
 
Em, careke din balê dikişînin û binê wê  xêz dikin ku, heta zimanê kurdî di destûra bingehîn de were qebûlkirin, bi zagonan were mîsogerkirin, bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta Zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê, em ê têkoşîna xwe parastin, pêşvebirin û mîsogerkirina çand, ziman û nasnameya kurdî, ku nirxên bingehîn ên neteweyî yên gelê kurd in, bi biryardarî bimeşînin û xurtir bikin.
 
#Statûya Kurdî-Perwerdehiya Bi Kurdî.
 
* Zimanê Me Rûmeta Me Ye!
 
* Zimanê Me Hebûne Me Ye!
 
* Zimanê Me Nasnameya Me Ye?
 
* Bê Ziman Jiyan Nabe!
 
Ji niha ve, 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê Ya Cîhanê li gelê me yê dildar û dilsozê zimanê kurdî û hemû gelên bindest ên cîhanê, yên ku ji mafê Perwerdehiya Bi Zimanê Dayîkê bêpar in pîroz be."