Rûniştina rojnameger Oznûr Deger û Osman Akin hat dîtin
- 13:49 17 Sibat 2026
- Hiqûq
MÊRDÎN - Rûniştina yekem a doza rojnamevan Oznur Deger û Osman Akin pêk hat. Di rûniştinê de hate gotin ku armanca raporê ne hedefgirtina kesan e, lê eşkerekirina îşkenceyê ye.
Yekem rûniştina doza mudura nûçeyan a JINNEWS'ê Oznur Deger û Mudurê Karê Nivîsê yê bêrê yê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin a derbarê nûçeya wan a li ser îşkenceyê ya di dema serdegirtina malekê ya li taxa Marînê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê de hate lidarxistin. Doza ku li ser giliyê tawanbarê îşkenceyê, Fermandarê Tabûra Komando ya Jendermeyan a Qoserê Kamil Aksoy a bi tohmeta "kesên ku di operasyonên li dijî terorê de xizmet kirine hedef girtin" hate vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Mêrdînê hate dîtin. Oznur Deger di rûniştinê de amade bû, lê Osman Akin beşdar nebû. Parêzerên Oznûr Deger, Erdal Kuzu û Ali Kahraman û hevseroka şaxa Mêrdînê ya Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), Berîvan Orhan jî beşdarî rûniştinê bûn.
Piştî tespîtkirina nasnameyê, rûniştinê dest pê kir. Serokê dadgehê kurteya îdianameyê xwend û belgeyên pêşkêşkirî nirxand. Piştre mafê axaftinê dan Oznûr Deger ku parastina xwe pêşkêş bike.
Piştî parastinan dozger daxwaza temamkirina kêmasiyan kir û rûniştin taloqî 21'ê Gulanê hat kirin.







