Dorpêça li ser Kobanê dewam dike

  • 12:01 29 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dorpêça çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk a li ser Kobanê metirsiyê li ser jiyana 600 hezar mirovî çêdike. Ji ber kêmbûna derman, sotemenî û oksîjenê rîsk heye ku xizmeta li Nexweşxaneya Zarokan a Kobanê bisekine.
 
Çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk dorpêça li ser bajar û gundewarên Kobanê didomînin. Ev yek bû esdema krîzeke mirovî. Ji ber kêmbûna sotemeniyê û oksîjenê metirsî hene ku Nexweşxane Eykûr a Zarokan ji xizmetê derkeve. Li aliyekî din jî şîrên zarokan û dermanên şûştina gurçikan pir kêm bûne.
 
Li piraniya dikanan pêdiviyên xurekê nemane û sebze hema bêje diqedin. Ev jî jiyana nêzî 600 hezar kesên li bajar dixe xetereyê.
 
Tevî dorpêçê û gefên êrişan jî şêniyên Kobanê li ber xwe didin.