Dorpêça li ser Kobanê dewam dike 2026-01-29 12:01:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Dorpêça çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk a li ser Kobanê metirsiyê li ser jiyana 600 hezar mirovî çêdike. Ji ber kêmbûna derman, sotemenî û oksîjenê rîsk heye ku xizmeta li Nexweşxaneya Zarokan a Kobanê bisekine.   Çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk dorpêça li ser bajar û gundewarên Kobanê didomînin. Ev yek bû esdema krîzeke mirovî. Ji ber kêmbûna sotemeniyê û oksîjenê metirsî hene ku Nexweşxane Eykûr a Zarokan ji xizmetê derkeve. Li aliyekî din jî şîrên zarokan û dermanên şûştina gurçikan pir kêm bûne.   Li piraniya dikanan pêdiviyên xurekê nemane û sebze hema bêje diqedin. Ev jî jiyana nêzî 600 hezar kesên li bajar dixe xetereyê.   Tevî dorpêçê û gefên êrişan jî şêniyên Kobanê li ber xwe didin.