Ji 16 baroyan daxuyaniya hevpar: Deriyê Murşîdpinarê vekin

  • 10:09 29 Çile 2026
  • Rojane
AMED - 16 baroyan bi daxuyaniyekê hevpar bang li dewleta Tirk kir ku Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê veke. 
 
Baroyên Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlig, Bedlîs, Dêrsim, Amed, Îdir, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê têkildarî êriş û dorpêça li ser rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku êriş û dorpêça li ser Kobanê û bajarên din ên Rojava, xetereyeke mezin li ser jiyana sivîlan çêdike. 
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di mijara peydakirina xurekên sereke û pêwîstiyên tenduristî û vehewînê de pirsgirêkên cidî tên jiyîn, gefeke mezin li ser mafê jiyanê yê sivîlan heye û wiha hate gotin: “Di nava van şertan de girtina Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê û astengkirina alîkariyên insanî yên bi Kobanê re, li dijî hiqûqa mirovparêz a navneteweyî û mafên sereke yên insanî ye. Gihandina alîkariyên insanî, biqasî ku bi hincetên siyasî û ewlehiyê neyên astengkirin mecbûriyeteke jiyanî ye. Girtina korîdorên alîkariyê, krîza insanî kûrtir dike û rê li ber encamên jêneveger vedike.” 
 
Weke baroyên herêmê; bang dikin ku ji bo krîza insanî ya li Kobanê girantir nebe bila tavilê Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê were vekirin. Divê alîkariyên insanî bêyî astengkirinê bigihijin herêmê. Di vê çarçoveyê de em ê hemû serlêdanên xwe ji bo cihên pêwîst bikin û rewşê bişopînin.”