‘Em wek şervanên YPG-YPJ’ê wê bi ser kevin’

  • 19:56 24 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şervanên YPG-YPJ’ê bang li gel kirin ku tevlî seferberiya giştî bibin û wiha gotin: “Bawerî bi şervanên YPG-YPJ’ê bînin. Çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin.”
 
Şervanên YPG-YPJ’ê ku di çarçoveya seferberiya giştî ya li dijî êrîşên çeteyên HTŞ-DAIŞ'ê û komên çeteyan yên bi piştgiriya dewletan banga sefereriyê li gelê Kurd kir.
 
Di peyama hat weşandin de wiha hate gotin: “Heta ku fedayiyên Apoyî li vir bin, kes nikare îradeya gelê me bişkîne. Bila gelê me vê baş bizanibe. Bijî berxwedana gelê me. Bawerî bi gel û şervanan bînin. Em ê wekî şervanên YPG’ê çi dibe bila bibe bi ser bikevin” û bang li gel kir ku tevlî seferberiya giştî bibin.