Jinên Êzidî keziyên xwe hûnandin
- 19:47 24 Çile 2026
- Rojane
ŞENGAL - Ji ber êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê jinên ciwan ên Êzidî û civaka Êzidî e çend rojin çalakiyên cur bi cûr pêk tînin. Jinên ciwan yên Êzidî di çarçoveya çalakiyan de piştgirî dan kampanya ‘KeziyênMeTiraWe’ û keziyên xwe hûnandin.
Bertekên li dijî êrîşên li ser Rojava didomin. Li Şengalê jî di çarçoveya piştgiriya ji bo Rojava çalakî didomin. Civaka Êzidî diyar kir ku heta ku êrîşên çeteyan yên li ser Rojava bidomin wê piştgiriya xwe bidomînin û li ser piyan. Di çarçoveya çalakiyan de jinên ciwan ên Êzidî û civaka Êzidî bi dirûşmeya ‘bijî berxwedana Rojava’ meşiyan. Jinan di çarçoveya kampanya ‘KeziyênMeTirsaWe’ de keziyên xwe hûnandin.
Çalakî bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî bidawî bû.’







