Heyva Sor koçberên Helebê li Qampa Newrozê bi cih dike

  • 12:46 19 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyva Sora Kurdistanê malbatên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê koçber bûne li Qampa Newrozê bi cih dike û pêwistiyên wan ên mirovî dabîn dike.
 
Heyva Sora Kurdistanê ji bo alîkariya malbatên ji Heleb, Reqa û Tebqayê koçber bûne seferber bû. Bi sedan malbatên ji hêla çeteyên HTŞ, DAIŞ û SMO'yê ve bi zorê hatin koçberkirin, tên Hesekê û Qamişloyê. Heyva Sor ji bo malbatên ku di nav şert û mercên dijwar de dijîn, di nav liv û tevgerek bêrawestan de ye. Bi sedan malbatên hatin koçberkirin li Qampa Newrozê hatin bicîhkirin. Her wiha pêwistiyên malbatan ên miorvîn ji hêla Heyva Sor ve tên temînkirin.
 
Bi zêdebûna êrişan re hejmara koçberan jî zêde dibe. Malbatên ku rojane ji herêmê di bin kontrola çeteyan de derdikevin xwe digihînin herêma Hesekê. Rêveberiya Xweser bi Heyva Sor re hewl dide hemû hewcedariyên lezgîn bi cih bînin. Heyva Sor diyar kir ku ji koçberan re hemû cure pêwistî lazim in û xwest ku gel piştevanî û alîkariya xwe texsîr neke.