Şêniyên Riha û Dîlokê li dijî êrişan daxwaza hevgirtinê kirin
- 09:25 19 Çile 2026
- Rojane
Evîn Çîftçî- Gulistan Gulmuş
RIHA- Şêniyên Riha û Dîlokê li hember êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga hevgirtinê kirin.
Êrîşên HTŞ û çeteyên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Li hember vê yekê, Rêveberiya Xweser seferberî îlan kir. Piştî vê daxuyaniyê, li bajarên Kurd û Tirkiyeyê bangên lezgîn ji bo çalakiyê hatin kirin. Îro li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê meşên protestoyî wê werin lidarxistin.
Jinên ji Riha û Dîlokê dijîn li dijî êrîşan bertek nîşan dan û banga hevgirtinê kirin. Jinan şerê heyî şermezar kirin û gelê Kurd vexwendin ku ji bo hevgirtinê bibin yek.
Zîlan Yuce: Li dijî êrîşên li ser Rojava seferberî hatiye ragihandin. Ev ne tenê bangek e, lê berpirsiyariyeke hevpar a gel û jinan e. Gelê Rojava bi tenê nîne; em li vir in û amade ne ku bi hev re piştgiriyê bidin Rojava.
Fatma Dîkîcî: Em cîhanek dixwazin ku zarokên li Rojava ewle, bextewar û saxlem bijîn.
Başak Saridal: Ev êrîş ne tenê leşkerî ne, ew dibin sedema binpêkirinên mafên mirovan li seranserê fireh, ji perwerdehiyê bigire heya tenduristî û pêdiviyên bingehîn ên mirovan û metirsiya krîzên mirovî yên nû zêde dikin. Di vî warî de, em bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û aktorên siyasî yên têkildar dikin ku pêşketinên li Rojava ji nêz ve bişopînin û berpirsiyariya parastina sivîlan bigirin ser xwe.
Sema Yalçın: Li Rojava şerekî mezin û qirêj tê meşandin. Rojava li ber xwe dide. Ger hûn jî bibêjin 'Ez Kurd im', divê hûn jî li ber xwe bidin û dengê xwe bilind bikin. Rojava xeta me ya sor e.
Nefise Boz: Rojava rûmeta me ye. Em êrîşa li ser Rojava qebûl nakin; divê êrîş rawestin. Divê zarok û jinên me neyên kuştin. Ev zilm û îşkence nayê qebûlkirin."
Sozdar Akbaş: Ger em bi hev re li ber xwe nedin, sibê şer dê were vir jî. Ew nikarin cenazeyên ku ji qata sêyemîn diavêjin jî tehemûl bikin. Em îdeolojiyek qebûl nakin ku dema ku 'Allahu Ekber' diqîre mirovan dikuje. Werin em bibin yek. Rojava, Bakur û Başûr hemû em in.
Adalet Çay: Duh seferberî hate ragihandin; ji her kesî re hate gotin ku li malê nemînin, divê her kes rabe ser piyan. Divê her kes li dijî van êrîşan şer bike."
Şehrîban Demîrel: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gelê Kurd hewldanek qirkirinê tê kirin. Êrîşên li dijî gelê Kurd, ku li Eşrefiye û Şexmêqsûtê ji aliyê çeteyên girêdayî HTŞ'ê ve dest pê kirin, li herêmên Kurdan ên ku nifûsa wan zêde ye berdewam dikin. Em hemû raya giştî ya navneteweyî vedixwînin ku li dijî vê komkujiyê derkevin, ji bo Rojava dengê xwe bilind bikin. Rojava hêvî ye, jiyan e. Bijî berxwedana Rojava.
Xebat Gengeç: Em dixwazin êrîşên li Rojava bi dawî bibin. Zarok û jinan dikujin. Li wir xizmên me hene. Em dixwazin çar beşên Kurdistanê bibin yek. Ev şer hovîtî ye."







