Bahar Çaltu ya DBP’yî jiyana xwe ji dest da
- 13:07 13 Kanûn 2025
- Rojane
ŞIRNEX - Yek ji rêveberên DBP’ê ya navçeya Silopiyê ya Şirnexê Bahar Çaltu li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Bahar Çaltu ya ku bi salan li navçeya Silopiyê ya Şirnexê di çalakiyên partiyên siyasî de cih girtibû û berê di Komeleya Piştgiriya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER), Meclîsa Dayikên Aştiyê û herî dawî di rêveberiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de xebitîbû, duh li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Çenazeyê Bahar Çaltu îro sibehê li cihê wê yê jidayikbûnê Silopiyê hate definkirin.







