Jin bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' li qadan e
- 16:13 21 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jin li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê daketin qadan û li dijî tundiya mêr û dewletê bi felsefeya "Jin jiyan azadî" banga mezinkirina têkoşînê kirin.
Li gelek bajaran bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li ser Jinan a Navneteweyî çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de banga mezinkirina têkoşîna rêxistinbûyî ya li dijî tundiya li jinan û parastina jiyanê bi felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" hate kirin.
Amed
TJA'yê li navçeya Sûr a Amedê serdana dikandar û malan kir û ji bo meşa 25'ê Mijdarê broşur belav kir. Jinan ji bo meşa ji ber Girtîgeha Berê ber bi Ofîs Azc Plazayê banga tevlîbûnê kirin.
Şaredariya Bismilê, li Navenda Jiyan û Piştgiriya Jinan a Nûjînê li ser jiyana bê tundî atolyeyan li dar xist. Zehra Yuksekbag, Rêvebera Xizmetên Jin û Malbatê û karmendên beşê beşdarî atolyeyê bûn. Ji bo ku jin bi hêsanî beşdarî perwerdeyê bibin, çalakiyên hevdem ji bo zarokan jî hatin lidarxistin.
Edene
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Ceyhanê bi jinan re "atolyeya tundiyê" li dar xist. Di atolyeyê de rê û rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê hate nîqaşkirin û kombûn bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.
Dîlok
TJA, li taxa Gazîkent a navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê bi jinan re civiya bal kişand ser rêbazên têkoşînê.
Wan
Merasîma vekirina Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a Stêrk, ku ji aliyê Şaredariya Rêya Armûşê ya li Wanê ve hatiye avakirin, hate lidarxistin. Hevseroka Bajarê Wanê Neslîhan Şedal, endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (DEM), Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin beşdarî merasîma vekirinê bûn.







