Gulistan Kiliç Koçyigit: Dîrok ji hêla mirovên wêrek ve tê nivîsandin
- 15:24 21 Mijdar 2025
- Ramyarî
ENQERE - CHP a ku beşdarî civîna komîsyonê bû, biryar da ku neçe Îmraliyê. Endama Komîsyona DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit got, "Em ji kesên ku tên vir hêvî dikin ku berpirsiyariyê hilgirin ser xwe. Dîrok ji hêla mirovên wêrek ve tê nivîsandin. Em dîrokê dinivîsin."
Cîgirê Serokê Koma Parlamentoyê yê CHP'ê Murat Emîr ragihand ku ew ê nûnerê xwe neşîne Îmraliyê. CHP dê sedema vê biryarê paşê ji raya giştî re eşkere bike.
Endama Komîsyona DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit bertek nîşan da û got, "Dîrok ji hêla mirovên wêrek ve tê nivîsandin; dîrok dê yên ku berpirsiyariyê nagirin binivîse."
Endamê MHPê Feti Yıldız jî got, "CHP neyê jî, komîsyon dê biçe Îmraliyê."







