Zehra Gholamî hat girtin
- 14:48 21 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Zehra (Hanna) Gholamî û Huseyîn (Daniya) Muhammadî yên ji aliyê Şaxa Ceza û Înfazê ya Dozgeriya Mallardê ve bangî wan hatibû kirin, hatin binçavkirin û dûre wan şandin girtîgehê.
Zehra (Nanna) Gholamî û Huseyîn (Danîel) Muhammadî yên Xirîstiyan ku bi sûcdariya ji bo xirabkirina ewlehiya welat avakirina komê yan jî birêvebirinê du sal cezayê girtîgehê li wan hatibû birîn; roja derbasbûyî piştî ku çûna Şaxa Duyemîn a Buroya Ceza û Înfazê ya Dozgeriya Komarê ya Mallardê hatin binçavkirin û dûre wan şandin girtîgehê.
Hêzên ewlekariyê bi ser civîna malbatê ya ji bo amadekariyên pîrozbahiya Nobelê hatibû lidarxistin de girtin. Di civînê de 25 kesên Xirîstiyan hebûn, dest danîn ser hemû telefon û amûrên ragihandinê û her yek ji wan nîv saet cuda hatin lêpirsînkirin. Di hefteyên li pey de jî jî careke din bangî kesên beşdarî civînê bûbûn kirin û hatin lêpirsînkirin. Piştî lêpirsînê, Zehra Gholamî û Huseyîn Mohammadî û Sîrus Xosrawî hatin binçavkirin û di mala wan de lêgerîn hat kirin.
Daxwaza ji bo darizandina ji nû ve hat redkirin
Zehra Golamî û Huseyîn Muhamamdî û Kourosh Huseyînî yên derxistin dadgehê, bi hinceta “bi armanca xirabkirina ewlehiya avakirina komek an jî rêvebirin” cezayê girtîgehê li wan hat birîn. Bersûcê çaremîn ê dosyayê jî bi heman armancê salek cezayê girtîgehê lê hat birîn. Biryar ê danişîn, ji aliyê Şaxa 36’emîn a Dadgeha Temyîzê ya Tehranê ve hat erêkirin.
Dosyaya Huseyîn Mohammadî û Zehra Gholamî bi ya du kesên din re ji bo ji darizandina ji nûve şandin Daîreya 39’emîn a Dadgeha Bilind lê daxwaz hat redkirin.







