Jinên TJA’yî: Li dijî tundiyê em ê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin
- 09:04 21 Mijdar 2025
- Rojane
Buşra Turan
WAN - Jinên TJA’yê der barê 25’ê Mijdarê de nirxandin kirin û gotin: “Em dizanin ku dema jin bibin kirdeya aştiyê wê ne tenê şer hemû teşeyên tundiyê bidawî bin. Ji ber vê em carek din bang dikin. Ji şer re na, hema niha aştî.”
Tundiya li ser jinan, mirinên biguman yên jinan û polîtîkayên bêcezahiştinê her diçin giran dibin û jin jî li dijî vê têkoşîna xwe mezin dikin. Ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî, jinên li qadan xebatên xwe dimeşînin, bi daxwaza ku mafên hiqûqî bên xurtkirin, tundiya li ser jinan bê teşhîrkirin û aqûbeta jinên hatine windakirin bê ronîkirin, xebatan dimeşînin.
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ber bi 25’ê mijdarê der barê xebatan de axivîn.
‘Hedefa me pêşî li qetilkirinan e'
Oznur Evîn ya TJA’yî di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de balkişand ser rêxistibûna jinan û got: “Bi startê re me li her navçeyê xebatên jinan rêxistin kir. Em ji bo pêşîgirtina tundiyê atolyeyan pêk bînin. Em bi jinan re tên gel hev, pêvajoya hiqûqî, tundî çiye, têkoşîna li dijî tundiyê çawa divê bibe nîqaş dikin. Em bi Tora Pêşîgirtina Tundiya li ser Jinan a li Wanê hatiye avakirin re xebatên xwe bi kordîne dimeşînin. Em wek rêveberiyên herêmî, partî û saziyên jinan li her qadê li dijî tundiya jinan ji têkoşînê re pêşengiyê dikin. Hedefa me eve ku em pêşî li qeitlkirinên jinan, mirinên jinan bigirin.”
Balê dikşînin ser mirinên biguman
Oznur Evîn balkişand ser xebatên di çarçoveya têkoşîna li dijî tundiyê dimeşînin û wiha anî ziman: “Divê lêgerîna maf a jinan bê xurtkirin. Pêvajoya dawî de mirinên wek întîxar dikevin qeydan lê em wek bigumand igirin dest hene. Ev piranî ne întîxarin. Ev mirinên bigumanin. Rastiyek heye ku jinên tundiyê û zextan dibînin berbi întîxarê ve dibin. Ji ber pêvajoyên qels yên hiqûqî ji ber prisgirêkên aborî, maf û hiqûqê dawî li jiyanê tînin. Hewldana me eve ku çareseriyên hiqûqî bên zêdekirin, mafê jinan bê nasîn.”
‘Der barê qetilkirinên jinan de bar dikeve ser milê meclîsê’
Oznur Evîn axaftina xwe wiha domand: “Jin di alî maf û pêvajoyê hiqûqî de pirgirêkan dijîn. Çarçoveya 25’ê Midjarê de em der barê van pirsgirêkan de xebatan dimeşînin. Divê ev pirsgirêk di zemîna hiqûqî de bên çarserkirin. Di vê alî de barekî mezin ser meclîsê.Em di atolyeyên jinan de der barê hişmendî û mafên hiqûqî de nîqaşan dimeşînin. Hedefa me ev eku em ji bo mêran jî atolyeyan pêk bînin. Her wiha piranî jinên tên qetilkirin di bin navê ‘întîxarê’ de dosya wan tê giritn. Mirina bi guman a Rojîn Kabaîş mînakeke. Lê em ê pirsa ‘Çi bi Rojîn Kabaîş hat’ her tim bipirsin. Hewce bi rêxistibûna jinan heye. Berbi 25’ê Midjarê divê her jin li qada xwe xwe rêxistin bike, jinên li taxa xwe rêxistin bike.”
‘Bi polîtîkayên şerê taybet jinan ji jiyanê qût dikin’
Medya Mermît a TJA’yî jî diyar kir ku ew Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û têkoşîna azadiya jinê ji hev cuda nabînin û wiha bi lêv kir: “27’ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga aştî û civaka demokratîk kir. Em vê bangê û têkoşîna azadiya jinê ji hev cuda nabînin. Ji ber em dizanin ku şer li vê erdnîgariyê herî zêde jiyana jin û zarokan hilweşand. Bi polîtîkayên şerê taybet dixwestin jinan ji nasname, bawerî û jiyanê qût bikin. Sûcên ku hêzên rewlehiyê kirin bê ceza hatin hiştin. Em hîna aqûbeta Gulîstan Doku dipirsin. Em pirsa ‘çi bi Rojîn Kabaîş hat’ dipirsin. Em naxwazin cînayeta Narîn Guran di tarîtiyê de bimîne. Em girîngî û wateya 25’ê Midjarê dizanin. Divê em li her qadê li dijî tundiyê xwe rêxistin bikin. Em dizanin ku dema jin bibin kirdeya aştiyê wê ne tenê şer hemû teşeyên tundiyê bidawî bin. Ji ber vê em carek din bang dikin. Ji şer re na, hema niha aştî.”







