‘Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, îro ji nû ve şîn dibe’

  • 18:31 8 Mijdar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Rêberê gele Kurd di peyama xwe ya meşa Kolnê ya bi dirûşma ‘’Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’’ de got, “Hêviya ku tevî hemû hewldanên me her tim nivî hat hiştin, îro bi vê gavavêtina me ya Aştî û Civaka Demokratîk, ji nû ve şîn dibe."
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya meşa Kolnê ya bi dirûşma ‘’Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’’ de got, “Hêviya ku tevî hemû hewldanên me her tim nivî hat hiştin, îro bi vê gavavêtina me ya Aştî û Civaka Demokratîk, ji nû ve şîn dibe."
 
Peyama  Abdullah Ocalan ya ji bo meşa bi dirûşma ‘’Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’’ ya Kolnê hat lidarxistin, wiha ye:
 
"Azadî tê wateya demokrasi û hemwelatîbûna wekhev  
 
Ji tevahî mirovên ji aştî û azadiyê bawer dikin, ji dostên xoşewîst, hevrê û hevalan hemûyan re silav, Hûn ji çar aliyên Ewropayê hatin cem hev û we Meşa Mezin a Kolnê pêk anî. Ev gava we avêtiye, pir girîng e.
 
Ev ne tenê ji bo azadiya min e, ev ji bo çareseriyeke demokratîk a doza Kurd e û ji bo têkoşîna aştiyeke bi rûmet e.
 
Hûn bi vê gavavêtina xwe, biryardarî, wêrekî û hêviyê didin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji nû ve geş dibe.
 
Azadiya min, ji azadiya hevpar û demokrasiya gelê Kurd û gelên Tirkiyê ne cuda ye.
 
Wexta ku em dibêjin azadî, em ji aştî, demokrasî û hemwelatîbûna wekhev re dibêjin azadî.
 
Bi vê meşê, hûn daxwaza me ya çareserî, demokrasî û azadiyê ji cihanê re radigînin. Em vê, bi îradeya xwe hewl didin pêş bixin û pêk bînin.
 
‘Hêviya ku nivî hat hiştin, îro ji nû ve sîn dibe’
 
Herçend navber bikeviyê û qut bibe jî em ji sala 1993’an ve van hewldanên xwe yên aştî û diyalogê didomînin. Ev hewldanên me nîşan didin ku li ser van erdan xuşk-biratî pêkane.
 
Tevî hewldanên me hemûyan jî hertim hêvî di nîvê rê de hat hiştin, lê îro bi vê gavavêtina me ya Aştî û Civaka Demokratîk, ji nû ve bi ruh û gewde dibe.
 
Ya rastî, ev pêvajo ji pêvajoya şoreşê ya negatîf derbasbûna pêvajoya şoreşê ya pozîtîf e. Divê ev karekterê pêvajoyê weke rastiyeke gerdûnî û dîrokî were fêhmkirin.
 
Li ser diyardeya Kurd û têkoşîna wî awayekî nehuqûqî hat ferzkirin, em niha derbasî zemînê huqûqî dibin û em ê li ser vî bingehî têkoşînê bikin.
 
Ha bi vê meşa we ya bi qîmet wê têkoşîna çareserî û aştiyê bi pêş bikeve û bipişkive.
 
‘Qebûla gele Kurd bi destura bingehîn, girêdayî pêşeroja demokratik a Tirkiyeyê'
 
Hevrê û hevalên hêja!
 
i bo gelê Kurd bi awayekî destûrî li cem Komarê were qebûlkirin û hebûna xwe weke hemwelatiyekî wekhev li ser zemînekî demokratîk bidomîne, pêdivî bi siberojeke demokratîk a Tirkiyê heye.
 
Dîsa hem ji bo li Sûrî û hem jî li her devera Rojhilata Navîn, ji bo Kurd bêyî ku dev ji hebûn û azadiya xwe tawîz bidin, bi tevahî bawerî û gelan re bi awayekî wekhev, azad û aştiyane bijîn, divê ji vê re pêşengiyê bikin.
 
Em vî dengê we yê li Ewropayê bilind dibe dibihîsin û em dizanin ku muxateb hemû vî dengî dibihîsin.
 
Ji ber ku hûn ji ber kirinên antî-demokratîk neçar mane derkevin derveyî welêt, hûn wijdanê çareserî û aştiyê ne.
 
Her hewldana we, gaveke ji bo xuşk-biratî û aştiyê hatiye avêtin.
 
Ez yeqîn dikim ku bi vê îradeya we, gelê Kurd û bindest hemû, wê bigihîjin siberojeke azad û demokratîk.
 
Ez we hemûyan bi hezkirin û hurmeteke naqede, herûher silav dikim.
 
Abdullah Ocalan
 
Girtîgeha Îmraliyê, Mijdar 2025"