Malbata Cîhan Teha: Ji bo ku mamosteyan bêdeng bikin Cîhan qetil kirin

  • 20:57 26 Cotmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbata Mamoste Cîhan Teha ya ku li Hewlêrê hatibû qetilkirin, diyar kir ku rayedarên Hewlêrê ji bo ku mamosteyan bêdeng bikin Cîhan Teha qetil kirine.
 
Malbata Mamoste Cîhan Teha ya ku du sal berê li Hewlêrê hate qetilkirin, bi boneya salvegera qetilkirina wê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Cîhan Teha ku nûnerê mamosteyên peymangir ên Hewlêrê bû, du sal berê li Hewlêrê hate revandin û li Barzanê bi awayekî hovane hate qetilkirin.Rayedaran destûr nedan ku dîmenên kamerayên ewlehiyê bi raya giştî re werin parvekirin. Berî malbata wê ji Amerîkayê  vegere û bêyî ku li benda wan bin ku ew bigihîjin Herêma Kurdistanê, cenazeyê Cîhan Teha bi lez û bez hate veşartin. Rayedarên Hewlêrê ji bo ku mamoste û gelê Hewlêrê bêdeng bikin Cîhan Teha qetil kirin. Piştî vê êrîşa terorê, Hewlêr ket nav bêdengiyê.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi bêdengiya li hember sûcên pêkhatî û kiryarên terorê, dixwazin bûyerê bidin jibîrkirin. Ev zengilên metirsiyê Herêma Kurdistanê ber bi pêşerojeke xirab ve dikişîne. Divê her kes li hemberî vê dengê xwe bilind bike.”
 
Mamoste Cîhan Teha, du sal berê di hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de bi zimanekî tund hikûmeta Herêma Kurdistanê rexne kiribû. Cîhan Teha di 26’ê Cotmeha 2023’an de di qezayeke trafîkê ya gumanbar de li ser rêya Barzan jiyana xwe ji dest da. Ji kêliya ewil ve hewldan hat kirin ku bûyer weke qezayeke trafîkê ya asayî bê nîşandan. Lê piştî gotinên malbata wê û belgeyên ku wan eşkere kirin, gumanên derbarê revandin û qetilkirina Cîhan Teha zêde bûn.