Astengkirina tahliyeyan pêvajoyê dixitimîne
- 09:04 24 Cotmeh 2025
- Rojane
ENQERE- Sevda Hasar ya OHD’yî diyar kir ku astengkirina girtiyan û bi taybet jî girtiyên jin ên Sîncanê helwesteke polîtîkaya li dijî pêvajoyê ye û got pêvajoya ku ji aliyê dewletê ve tê meşandin dîsa ji aliyê saziya dewletê ve tê sabotekirin.
Tahliyeya 12 girtiyên jin ên li girtîgeha Jinan a Sîncanê ji aliyê Lijneya Îdarî û Şopandinê (ÎGK) ve bi hincetên kêfî tên astengkirin. Tahliyeya Nedîme Yaklav 6 caran, ya Sermîn Demîrbag 7, ya Nuriye Adet 5, ya Gulşah Adet 5, ya Hîcran Bînîcî 4, ya Zelîha Ustabaşi 3, ya Elîf Çetînbaş 2, ya Melîke Goksu 2, ya Esra Soyaktaş 2, ya Fatma Aslan carekê ya Suheyla Taş carekê, ya Emîne Abîş carekê hatin astengkirin.
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê, diyar kir ku Girtîgeha Jinan a Sîncanê wek herêma pîlot hatiye tercîhkirin û ev her tim tên kirin serî li Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan TBMM û Wezareda Dadê dan ku der barê biryarên ÎGK’ê lêpirsînê bikin.
Ji komîsyona Lêkolîna Girtîgehan a OHD’ê Sevda Hasar der barê astengkirina tahliyeyan de axivî û got ev helwetsek polîtîk e û sabotekirina pêvajoyê ye.
‘Biryarên ÎGK’ê wek alavek îdeolojîk tê bikaranîn’
Sevda Hasar diyar kir ku li girtîgeha Sîncanê binpêkirinên mafan didomin û got: “Di 2020’î de Lijne bi rayeyên mezin hatin avakirin. Ji 2021’ê heta niha bi biryarên lijneyê tahiye tên astengkirin. Hincetên kêfî ne û ne şênber in. Bi taybet girtiyên siyasî bi van pêkanînan re tên rû hev û berdana bi şert tê astengkirin. Vê bi biryarên lijneyê dikin. Ev biryar xwe dispêrin rêziknameyan. Rewşa baş ji biryarên lijneyê re hatine hiştin.”
Bi biryarên kêfî tên astengkirin
Sevda Hasar balkişand ser astengkirina tahliyeya 12 girtiyan û wiha daxuyand: “Dema nêz de tahliyeya Nuriye Adet, Nedîme Yaklav, Hîcran Bînîcî û Sermîn Demîrbag salekê hatin astengkirin. Piştî salekê wê derkevin lijneyê û dîsa wê bi heman hincetan û rewşa baş bên nirxandin. Em di mijara salekê de dibêjin ku nelêrêtî hene. Berdana bi şert a girtiyan mane. Lê mixabin bi awayekî kêfî tên astengkirin.”
‘Yên îtîrazên me dinirxînin rapora lijneyê esas digirin’
Sevda Hasar anî ziman ku der barê astengkirina tahliyeyan de îtîrazan dikin û got: “Lê yên îtîrazan dinirxînin raporên lijneyê esas digirin û heta niha ji îtîrazên me encamek erênî derneketiye. Raporên lijneyê hemû dişibin hev û wek bibire kopî bike tên amadekirin. Raporeke şexsî tuneye.”
‘Berdana bi şert mafê girtiyan e’
Sevda Hasar bi lêv kir ku mafê azadiyê bi qasî mafê jiyanê pîroz e û ev maf nikare ji kêfa mekanîzmayan re bê hiştin û ev rewş nikare bê qebûlkirin. Sevda Hasar anî ziman ku berdana bi şert mafê girtiyan e. Sevda Hasar wiha dirêjî dayê: “Demek nêz de me serî li Komîsyona Mafê Mirovan a TBMM’ê da ku biryarên lijneyê bişopînin lêpirsîn bikin. Me got ev bi biryar bi kêfî tên dayîn. Me got astengkirina mafê azadiyê ne adilane ye. Me serî li dadgeriyên înfazê jî da. Me îtîraz kirin. Dema ev îtîraz bên redkirin dadgehê cezayên giran ji nûve dinirxînin. Lê Dadgeriya Cezayê Giran û Dadgeriya înfazê biryarên lijneya îdarî û şopandinê didomînin.”
Li herêma pîlot mafê azadiyê asteng kirin
Sevda Hasar daxuyakirin ku heta niha ji serlêdanên kirine encamek erênî negirtine û got: “Biryareke ku îtîraza me hatiye qebûlkirin tuneye. Ji ber vê jî ji bo pergala edaletê girtiyên siyasî yên jin cara duyemîn tên cezakirin. Serlêdanên me nayên qebûlkirin. Ev jî fikra me ya ku Sîncan wek herêma pîlot tê nirxandinê, xurt dike. Hemû mafên azadiyê ji aliyê lijneyan ve tên astengkirin.”
Pêvajoyek aştiyê ya girtî ji derveyê wê tên hiştin
Sevda Hasar wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêvajoyek aştiyê heye lê mixabin girtî û malbatên girtiyan ji derveyê vê tên hiştin. Ji ber vê jî ev ne pêvajoyeke aştiyê ye. Pêvajoya ku hemû civakê dihewîne, tenê ji dîmenan ne pêkan e. Pêvajoya ku ji aliyê dewletê ve tê meşandin dîsa ji aliyê saziya dewletê ve tê sabotekirin.”







