Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
- 09:14 28 Îlon 2025
 - Rojane
 
	NAVENDA NÛÇEYAN- Hejmara 135'emîn a Kovara Jinê bi sernava "Gotina Ekolojîk a ji Bestayê Bilind Dibe" hate weşandin.
	Hejmara 135'emîn a Kovara Jinê bi sernava "Gotina Ekolojîk a ji Bestayê Bilind Dibe" hate weşandin. Di vê hejmarê de jinan bal kişandine ser qirkirina ekolojîk, pergala kapîtalîst û baviksalar. 
	Hemû sernavên di hejmara nû de wiha ne:
	*Laşê xwezayê-Serhildana xwedawendan a li Bestayê/ Rihan Gok
	*Fikirandina aştiyê ya wekî destpêka jiyana ekolojîk/Leyla Çite 
	*Hilweşandina desthilatdara mêr a kapîtalîst; Qeyrana avhewayê /Menekşe Kizildere
	*Parkên ekolojîk ên bajarên li dijî karesatê xurt: Parka Jiyan (Afet) / Bediz Yilmaz
	*Nobeda serhildanê ya ber bi lûtkeya Bestayê ve /  Rojda Bedia Akkaya
	*Ji bo jiyanê em li bestayê meşiyan : Qêrîna azadî û aştiyê ya li hember ekokirimê / Cemile Kaçar

				
				
				
				
				





