Zarok di mîhrîcana zarokan de hatin gel hev
- 21:45 26 Îlon 2025
 - Rojane
 
	AMED - Ji aliyê Komeleya Ewil Zarok ve Mîhrîcana Zarokan a Navbera Çandan pêk hat. Yekemîn bernameya mîhrîcanê li li Navenda Çand Amed pêk hat.
	Li Amedê ji aliyê Komeleya Ewil Zarok ve Mîhrîcana Zarokan a Navbera Çandan pêk hat. Yekemîn bernameya mîhrîcanê li li Navenda Çand Amed pêk hat. Mîhrîcana wê navbera 26-28’ê îlonê de pêk bê, bi atolye, koro, rîtm, ksîlofon  û performansa muzîsyenan bidome. Bernameya bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Generalitat Catalana pêk hat, cureyên çandî hat pîrozkirin û dîmenên rengîn derketin holê.
	Serokê Komeleya Ewil Zarok Rezan Kaya axivî û da zanîn ku li her cihê ku zarok bên gel hev wê aştî, dostanî û hêvî jî mezin bibe.
	Roja ewil a mîhrîcanê bi konsera ekîba Generalîtat Catalana bidawî bû.
				
				
				
				
				
				





