Baroya Amedê der barê tundiya li kreşê serlêdana sûc kir
- 21:49 25 Îlon 2025
 - Rojane
 
	AMED - Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê, der barê tundiya ku li kreşeke aybet pêk hatibû de serî li Midûriyeta Xizmetên Malbat û Civakî û Midûriyeta Perwerdehiya Navendê da.
	Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê der barê bûyera tundiya ku li kreşeke taybet a li navçeya Peyas a Amedê pêk hatibû daxuyaniyek da. Navendê serî li  li Midûriyeta Xizmetên Malbat û Civakî û Midûriyeta Perwerdehiya Navendê da û daxwaz kir ku der barê berpirsan da lêpirsîn bê detspêkirin, sertîfîka û lîsansa wan bê betalkirin û destura xebatê bê betalkirin.
				
				
				
				
				
				





