
Li Gokçeadayê civîna Meclîsa Jinan a DEM Partiyê
- 16:02 19 Îlon 2025
- Rojane
STENBOL - Di civînên "Aştî û Civaka Demokratîk" ên Meclîsa Jinan a DEM Partiyê de, rola jinan di pêvajoyên aştiyê de hat nirxandin.
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Gokçeada ya Çanakkaleyê di çarçoveya "Civînên Jinan ji bo Avakirina Aştî û Civakên Demokratîk" de bi jinan re civiya. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, endamên koordînasyonê Elîf Bulut û Medîha Yuksel, parlamentera berê ya DEM Partiyê Huda Kaya û gelek jinên din beşdarî civînê bûn.
Halîde Turkoglu, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser civînên ku heta niha li Kurdistan û Tirkiyeyê hatine lidarxistin û got: "Civak pêdivî bi qanûnekê heye ku azadiya ramanê misoger bike. Dema ku ev qanûn werin bicîhanîn, hem di dewletê de û hem jî di civakê de guhertin dê çêbibin. Guhertin di vê civakê de çi ye? Civatek ku tê de kuştina jinan, revandina zarokan, fihûş û tiryakfiroşî çêdibe, civakek hilweşiyayî ye. Em ê hem bi awayekî ferdî, hem wekî civak û hem jî di fonksiyona dewletê de guhertin û veguherînê bicîh bînin."
Civîna jinan bi çepikan bi dawî bû.