Di komîsyonê de akademîsyen hatin guhdarkirin
- 20:37 17 Îlon 2025
- Ramyarî
ENQERE - Rûniştina yekem a Komîsyona Meclise bi guhdarkirina akademîsyenan bi dawî bû. Di rûniştina yekem de ji bo pêvajoya aştiyê bigihêje encamekê akademîsyenan ji cihanê mînak dan û pêşniyarên xwe kirin. Rûniştina 2’n bi guhdarkirina akademîsyênên mayî wê berdewam bike.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclisê hatibû avakirin civîna xwe ya 10'emîn li dar xist. Di rûniştina yekem a civîna 10'an de, Prof. Dr. Havva Kok Arslan, Prof. Dr. Sevtap Yokûş Veznedaroglû, Prof. Dr. Ayşe Betul Çelîk Doç. Dr. Çerag Esra Çûhdar wê ben guhdar kirin. Di rûniştina 2an de jî Fatih Ûlûsoy, Huseyin Orûç, Prof. Dr. Denîz Ulke Kaynak, Doç. Dr. Vahap Coşkûn, Prof. Dr. Talha Kose wê tên guhdarkirin.
Di rûniştina yekem a civînê de yekem Havva Kok Arslan axivî. Havva Kok Arslan anî ziman ku Tirkiye ji bo ji aliye hiqûqî û demokrasiyê ve bi hez bibe hewcedarî guherandineke heye û ev tişt gotin: “Ev yek ji bo aştiya Tirkiyeyê û herêmê, bi taybetî ji bo gelê Kurd û hemû gelan, mifte ye.Di dîroka cîhanê de guherînek 500 salî heye, û ev bi qonaxa zelalkirina Tirkiyeyê re hemdem e.”
Piştrê jî Sevtap Yokuş Veznedaroğlu axivî. Sevtap Yokuş Veznedaroğlu jî bi lêv kir ku Tirkiye li dûrî hesabên siyasî dikare gavên dîrokî bavêje û ev pêşniyar kirin: “Ji bo pêvajoyeke destûrî divê komîsyon û binkomîsyon werin avakirin. Qanûna înfazê were guherandin. Otonomiya rêveberiyên herêmî were xurtkirin. Protokola 12’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê dikare were pejirandin. Destpêka destûrê û hin madeyên wê (42, 66, 127) bi zimanekî aştiyane dikarin werin nûkirin.”
Ayşe Betul Çelik destnîşan kir ku heke sedemên bingehîn ên şer neyên çareserkirin pêvajo careke din vedigere tundiyê û li cihanê mînak dan.
Çerag Ayşe Çuhadar jî bi lêv kir ku pêvajoyên aştiyê îradeyeke domdar dixwaze û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mînakên wekî Kolombiya, Îrlanda Bakur û Lîberyayê nîşan didin ku pêvajoyên serkeftî bi tevlêbûna civakî, avakirina baweriyê û mîmariyeke baş-sazkirî ve girêdayî ne. Sê sernavên sereke derdikevin pêş: birêvebirina têkiliyên aktoran, sêwirana pêvajoyê û gavên zêdekirina baweriyê. Pêvajoyên tevlihev, bi beşdariya civaka sivîl û partiyên siyasî re domdariya aştiyê zêde dikin.”
Piştî guhdarkirinan parlamenterên di komîsyonê de pirs ji akademîsyenan pirsîn û akademîsyenan jî bersiva pirsan dan. Bi bersiv dayîna pirsan re rûniştina yekem a civînê bi dawî bû.
Di rûniştina 2'yem de akademîsyenên mayî wê bên guhdarkirin.