Zeynep Celaliyan: Ji dervekirinê re na

  • 11:55 17 Îlon 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Zeyneb Celaliyan, bi nameya ji Girtîgeha Yezdê şand, bal kişand ser berxwedana girtiyan û got: "Cihekî ku serê xwe daynin tune ye; cih li gorî hejmara wan pir teng e û mercên paqijî û xwarinê pir xirab in. Ji ber vê yekê bêdengiya li dijî zilma Komara Îslamê ya Îranê ya li ser xwişk û birayên me yên têkoşer, tê wateya pejirandina sûcên rejîmê."
 
Aktivîsta mafên jinan Zeyneb Celaliyan a cezayê muebetê li hatiye birîn, ji Girtîgeha Yezdê nameyek şand, diyar kir ku tevî bijîjkan teşxîs kirine ku divê were dermankirin û emeliyan bibe jî bi tu awayê nikare derman bibe. Zeyneb Celaliyan da zanîn ku rayedarên girtîgehê dosyaya wê hewaleyê tiba edlî kirine, ji wê derê rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” hatiye derxistin û bi gotinên Che Guevara; “Xwestin me binax bikin lê em tov bûn û şîn bûn” bal kişand ser berxwedana di riya azadiyê de û bang kir ku piştgirî ji her derê cîhanê ji girtiyan re were dayîn.
 
Nameya Zeyneb Celaliyan wiha ye:
 
“Silav û rêz.
 
Muxalefeta li dijî vê rejîmê, tê wateya ku mirov jiyana xwe û hezkiriyên xwe bixe xeterê. Dema ku fam dikin tu muxalif î dozê li te vedikin, sûcên mezin dixin stuyê te û hewl didin te ji holê rakin. Lê dema ku nagihîjin armancên xwe, bi salan me di zindanan de bi saxî binax dikin, bi îşkenceyên fizîkî, ruhî, gotinên xirab, cudakarî, bi qedexeya telefon û hevdîtina bi salan, bi girtina hezkiriyên me û zextên giran hewl didin me bêdeng bikin. Bi xwezayî taybetmendiya herî girîng a têkoşerek berxwedan e. Ji bo armanca xwe moralê xwe diparêze, hewl dide bihêztir be û wisa bidomîne.
 
Di civakeke bi desthilatdariya mêr de, jinan her dem êşên mezin kişandine lê jinên di girtîgehan de êşên pir giran dikşînin lewre girtin bi serê xwe di ruhê wan de birînek vedike. Dûrbûna ji zarok, hevjîn, dayîk û bav û bêparbûna ji azadiya xwe, perçeyek vê êşê ye. Di girtîgehê de mirov şahidî ji gelek êşan û zulmê re dike. Bi taybetî zulma ku li kesên din ên di girtîgehê de tê kirin. Dema ku mirov ji bo pêşîgirtina li vê zulmê tiştek neke, birînên kûrtir di dilê mirov de çêdibin. Vê bêçaretiyê min xemgîn dike, rondikan ji çavên min dibarîne, êşa min mezintir dike; tu tişt ji dest min nayê.
 
Dema ku mirov bîst salan di girtîgehê de bimîne, neçar bimîne bi gelek kesan re li heman cihê rabe û razê, dibe sedema nexweşiyên çerm, enfeksiyon, nexweşiyên ruhî û derûnî. Ya herî xirab jî xwarina xirab e, ev yek dibe sedema gelek nexweşiyên fizîkî. Bi taybetî dema ku mirov girtiyek siyasî be, zêdetir tê astengkirin. Ya herî girîng jî astengirina ji bo dermankirinê ye. Tevî ku bijîjk dibêjin pêdivî bi dermankirinê heye jî tu tişt nayê kirin.
 
Divê em hemû bi hev re bibêjin: ‘Ji dervekirinê re na’
 
Mixabin ji ber ku bi salan ji xizmetên derman û dermankirinê bêpar mam, nexweşiya min pir bi pêş ketiye. Derman êdî bandor nakin û niha jî bijîjk dibêje divê emeliyat bibim.
 
Tevî ku bi salan e bijîjk dibêjin divê ji ber nexweşiyê ji girtîgehê derbikevim û emeliyat bibim jî; rayedarên girtîgehê rapora min şandin tiba edlî. Piştî bendewariya bi mehan, tiba edlî bersiva “Dikare di girtîgehê de bimîne” da. Tevî hemû êş, zorî û nexweşiyan jî ez bextewar im; lewre dizanim ku ji bo azadiyê tehemulê van hemû zoriyan dikim. Ev jî nîşan dide ku ez li cihekî rast ê dîrokê disekinim.
 
Belê mn got ve rejîmê me bi saxî binax kir; lê wekî ku Che Guevara dibêje 'Xwestin me bi saxî binax bikin lê em tov bûn, şîn bûn.' Ez ji hemû jin û mêrên li cîhanê yên azadîxwaz dixwazim, vê êş û zulma ku ji bo mirovan rewa tê dîtin, bê deng û helwest neminin. Jin û mêrên têkoşer ên li Îranê di Girtîgeha Evînê de diman, niha di mercên pir xirabtir de dimînin. Cihekî ku serê xwe daynin tune ye; cih li gorî hejmara wan pir teng e û mercên paqijî û xwarinê pir xirab in. Ji ber vê yekê bêdengiya li dijî zulma Komara Îslamê ya Îranê ya li ser xwişk û birayên me yên têkoşer, tê wateya pejirandina sûcên rejîmê.
 
Divê em hemû bi hev re bibêjin: ‘Ji dervekirinê re na’, ‘Ji girtinan re na’, ‘Ji cudakariya zayendî re na’, ‘Ji cudakariya nijadî re na’, ‘Ji cudakariya bawerî û olî re na’ û ‘Ji rejîma sûcdar re na’.”