
Li Kantona Cizîrê mîtîngên bi daxwaza mafê hêviyê
- 13:08 17 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qamişlo, Hesekê û Dêrikê yên kantona Cizîrê bi daxwaza mafê hêviyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û avakirina Sûriyeyeke demokratîk mîtîngên girseyî tên lidarxistin.
Bi beşdariya bi hezaran şêniyên ji pêkhateyên 3 bajarên sereke yên kantona Cizîrê, partiyên siyasî, eşîrên Ereb û Kurd, rêxistinên siyasî û civakî, mîtîngên girseyî dest pê kirin. Mîtîng bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, mafê hêviyê û avakirina Sûriyeya demokratîk li dar dikevin.
Li Qamişloyê, bi hezaran şêniyên Amûdê, Til Hemîs û Tirbespiyê jî li pêş Stadyûma Şehîdên 12´yê Adarê kom bûn da ku tev li mîtînga girseyî ya bi daxwaza mafê hêviyê û Sûriyeyeke demokratîk bibin.
Li bajarê Dêrikê jî, gelê Dêrikê, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê bi heman mijarê mîtîngekê li dar dixin.
Li Hesekê jî, girseya ji bajarên Til Temirê, Dirbêsiyê, Şedadê, Til Birakê û Holê tev li mîtînga bi daxwaza mafê hêviyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bûne.