
Ji TJA'yê daxuyaniya 'Jin Jiyan Azadî' : Ev têkoşînek birdozî ye
- 11:26 16 Îlon 2025
- Rojane
AMED – TJA di daxuyaniyekê de derbarê berxwedana 'Jin, Jiyan, Azadî' de, ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir û ketiye sala xwe ya sêyemîn de, got, "Serhildana jinan tenê bi sergirtinê nayê ravekirin; ev têkoşînek îdeolojîk e."
Jîna Amînî, di 13'ê Îlona 2022'an de li derketina îstasyoneke metroyê li Tehrana Îranê hat binçavkirin, di dema binçavkirinê de îşkence lê hat kirin. Di 16'ê Îlona 2022'an de, dema ku li Nexweşxaneya Kasra dihat dermankirin, hate ragihandin ku Jîna Amînî, ku du caran gurçikên wê têkçûn û dil û mejî zirar dîtibû, ji ber îşkenceyê sekinîna dil derbas kiriye. Kiaresh Amînî diyar kir ku Jîna ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest daye. Piştî qetilkirina Jîna Amînî, jinên li Rojhilat û bajarên din ên Îranê bi qîrîna "Jin, Jiyan, Azadî" li dijî hikûmetê nerazîbûn nîşan dan. Serhildana ku bi jinan dest pê kir, li hemû beşên civakê belav bû.
Piştî vê yekê, li gelek deverên cîhanê, bi taybetî li Kurdistanê, xwepêşandanên bi qîrîna "Jin, Jiyan, Azadî" dest pê kirin û ev yek veguherî serhildanekê. Têkildarî mijarê Tevgera Jinên Azad (TJA) jî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya TJA'yê wiha ye:"
Em dikevin sala sêyemîn a ku felsefeya “Jin Jiyan Azadî”yê ya ku li tevahiya cîhanê bûye dengê berxwedana jinan veguherî serhildanê.
Bi van çalakiyan, jin li hemberî Rejîma Molayê derketin kolanan û bi dengekî gur û geş daxuyandin ku jiyan encax bi azadiyê pêkan e. Jinan kuçe vegherandin qadên azadiyê û bi wêrekî nîşan dan ku dê çarenûsa wan ji aliyê pergala mêrsalar ve neyê diyarkirin.
Jin di têkoşîna li dijî feodalîzm û kapîtalîzmê de Zagonên Jiyana Azad bi çalakiyên “Jin Jiyan Azadî” yên ku jinên Kurd pêşengiya wan dikin hêza xwe ya têkoşînê û rêxistinbûna xwe diselimînin.
Her roj bi hezaran Jîna Amînî ji aliyê pergala mêrsalar ve rastî destdirêjî, destavêtin, îşkence, pêkutî, zordarî, pêkutiya derûnî, kuştin û qetilkirinê ve rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê, serhildana jinan bi qasî ku bi serpoşê neyê îzahkirin polîtîk û bîrdozî ye. Li dijî siyaseta qirkirinê ya ku pergala mêrsalar bi hezaran salan e li hemberî hebûna jinan û vîna wan didomîne, “Jin Jiyan Azadî” ya ku bûye dirûşma gerdûnî ya jinan bangewaziyeke radîkal e.
Serhildanên “Jin Jiyan Azadî” yên ku veguherîn berxwedaneke gerdûnî;
Ji bo jinên Belûc ên ku di navbera Îran, Afxanistan û Pakistanê de hatine dabeşkirin, li dijî poîtîkayên bişaftin û tunehesibandinê bûye çavkaniya hêzê.
Li dijî zilma çewisîner a pergala kastê gotina jinên Hindistanî,
Li dijî çelexwariya hişmendiya Talîbanê ya ku di binê navê olê de tê pêşkêşkirin, dengê têkoşîna azadiya jinên Afxan, li çar aliyên cîhanê gotin û zimanê jinan û bû nasnameya xweqîrînê.
Em wek Tevgera Jinên Azad (TJA) yên ku berxwedana “Jin Jiyan Azadî”yê geş kirin, silav dikin. Di serî de Jîna Mahsa Amînî, yên ku di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Em dibêjin ku em ê ji niha û şûnde jî hewl bidin ku li her derê felsefeya “Jin Jiyan Azadî” bikin rengê jiyanê."