Di êrişa çekdarî ya Êlihê de 24 kes hatin binçavkirin

  • 15:55 15 Îlon 2025
  • Rojane
 
ÊLIH - Duh bi şev li navçeya Qûbînê ya Êlihê malbatek hate qetilkirin. Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî êrişê 24 kes hatin binçavkirin. Her wiha 4 kesên ku hatin qetilkirin hatin definkirin.
 
Duh bi şev di navbera gundên Newalê û Harfasê yên navçeya Qûbîn a Êlihê de li dijî wesayîtekê êrişeke çekdarî hate kirin. Di encama êrişê de ji heman malbatê M.Ş (43), hevjîna wî T.Ş. û zarokên wan E.Ş (9) û A.Ş (5) hatin qetilkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Êlihê ya têkildarî bûyerê de 24 kes hatin binçavkirin. 
 
4 kesên ku hatin qetilkirin hatin definkirin.