
'Bêyî jinan aştî ava nabe'
- 09:05 21 Tebax 2025
- Rojane
AGIRÎ - Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Dîlan Başboga destnîşan kir ku jin di avakirina "Civakek Aştîxwaz û Demokratîk" de pêşeng û aktorên damezrîner in û got, "Aştî bê jinan, demokrasî bê jinan ne mimkun e."
Piştî "Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de, "Manîfestoya Civaka Demokratîk" di 9'ê Tîrmehê de bi vîdyoyekê hate weşandin. "Koma Aştî û Civaka Demokratîk", ku ji 30 gerîlayan pêk dihat, ku 15 ji wan jin bûn, di merasîmekê de ku di 11'ê Tîrmehê de li devera gundewarî ya Silêmaniyê hate lidarxistin, çekên xwe şewitandin. Ev banga ku bandor li hemû beşên civakê kir, li çaraliyê cîhanê jî deng veda. Li Tirkiyeyê, di demekê de ku zexta li ser jinan û dijwarîyên ku ji hêla pergala serdest a mêran ve têne derxistin zêde dibin, azadiya jinan wekî pêdiviyek bingehîn a di avakirina "Civaka Aştî û Demokratîk" de derdikeve pêş. Daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Civak bêyî azadiya jinan azad nabe" girîngiya azadiya jinan dubare dike.
Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) a navçeya Dûtaxê ya Agiriyê Dîlan Başboga, têkildarî rola jinan a di pêvajoyê de nirxandin kir.
Dîlan Başboga, tekez kir ku azadiya jinan kevirê bingehîn ê rizgariya civakê ye û bal kişand ser rola jinan a di avakirina civakek aştîxwaz û demokratîk de.
Dîlan Başboga got, "Li gorî Abdullah Ocalan, koletiya yekem bi jinan dest pê kir, ji ber vê yekê şoreşa herî kûr jî dê bi jinan were kirin. Modela neteweya demokratîk li ser beşdariya çalak a jinan di siyaset, parastina xwe û jiyana civakî de ye. Ji ber vê yekê, rol û mîsyona jinan di avakirina 'Civaka Aştî û Demokratîk' de girîng û hêja ye. Jin di pêvajoyên aştiyê de aktorên pasîf nînin, lê aktorên damezrîner in. Avahiyên ku di bin pêşengiya jinan de li Rojava û li seranserê Kurdistanê hatine avakirin mînakên berbiçav ên vê yekê ne. Rêxistinên wekî PAJK, YPJ, TJA û Jineolojî temsîlên pratîkî yên xeta rizgariyê ne. Ji ber vê yekê, aştî bê jin nabe. Di avakirina 'Civaka Aştî û Demokratîk' de bê jin ev yek ne pêkan e. Mirov bêyî rizgariya jinan nikarin azad bibin. 'Jin, jiyan, azadî' nexşerêya vê têkoşînê ye."
'Divê jin ji pêvajoyê re pêşengiyê bikin'
Dîlan Başboga diyar kir ku jin ne tenê divê beşdarî "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" bibin, lê di heman demê de pêşengiya wê jî bikin û diyar kir ku ev bi rêbazên cûrbecûr mimkun e.
Dilan Başboga got, "Jin ne tenê mîmarên berxwedanê ne, lê di heman demê de mîmarên civak û jiyanek nû ne. Berî her tiştî, em serdanên malan li tax û gundan dikin da ku em bigihîjin bêtir jinan. Li ser vê bingehê, em ji bo xurtkirina rêxistinên jinan dixebitin. Em atolyeyên li ser jineolojiyê û Îdeolojiya Rizgariya Jinan li dar dixin. Ji bo ku em bigihîjin bêtir jinan li tax û gundan, li kolan û malan civînên jinan têne lidarxistin. Di van civînan de, bi baldarî li nêrîn û pêşniyarên jinan tê guhdarîkirin. Di encamê de, qadeke jinan a rêxistinkirîtir derdikeve holê."