Çîroka rêwîtiya ber bi hêviyê ve: Mexmûr (1)

  • 09:06 14 Tebax 2025
  • Dosya
Jiyan li erdên bêber geş dibe
 
Leyla Ayaz - Rojda Aydin 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi saya kedeke kollektîf a gel, Mexmûr ji axeke bi kevir, ji mar, dupişk û hişkesaliyê rizgar bû, şîn û geş bû. Hem bi berxwedana xwe û hem jî bi şêwaza jiyana nû, bû sembola têkoşîna azadiyê. 
 
Ji dema damezrandina xwe ve Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi berxwedana xwe navdar e û tê nasîn. Tevî hemû zilm û êrişan, niştecihên wargehê têkoşîna xwe domandin û gavên girîng ber bi avakirina şêwazek jiyanek alternatîf ve avêtin. Ne tenê Gelê Kurd, di heman demê de gelek gelên ku li ser vê axê dijîn ji wargehê îlham girtine. Biryardariya ku di her şert û mercên jiyanê yên dijwar, her cûre êrişan de nîşan daye û şêwaza jiyana alternatîf a ku wan ava kiriye, bala raya giştî zêdetir kişandiye. Mexmûr, hem bi berxwedana xwe û hem jî bi şêwaza jiyana ku afirandiye, bûye sembola têkoşîna azadiyê. 
 
Her wiha nameyek ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê dawiyê ji Mexmûrê re şand, dîsa bala xelkê kişand ser wargehê. Di beşa yekem a dosyayê de, me peyama Abdullah Ocalan jî dihewîne û mijara ji paşerojê heta niha Mexmûr, çîroka berxwedana Mexmûrê girt dest. 
 
'Qehremanên mezin derxistine'
 
Em ê bi nameya Abdullah Ocalan a ku ji aliyê gelê wargehê ve hat guhdarkirin dest bi dosyaya xwe bikin û Abdullah Ocalan di nameya xwe de wiha dibêje: “Ez silavên xwe yên germ ji bo hemû gelê me yê li Mexmûrê dijîn re dişînim. Gelê me yê Mexmûrê di dîroka têkoşîna me de roleke pir girîng lîstiye û bûye xwediyê cihekî pir bi nirx. Ruxmê hemû zehmetiyan jî, bi pratîka xwe nîşan daye ku berxwedan jiyan e û qehremanên mezin derxistine û barê têkoşînê yê giran bi awayek serkeftî hilgirtiye ser milên xwe. Îspat kiriye ku şert çi dibin bila bibin, jiyana azad ji ser her tiştî re ye. Û bûye xwediyê sekn û kedek layiqî Gelê Kurd û têkoşîna Gelê Kurd.
 
Stûna bingehîn a têkoşîna me
 
Ez di wê baweriyê de me, gelê me yê Mexmûrê çawa ku berê bû stûna bingehîn a têkoşîna me, di pêvajoya avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de jî wê bibe xwediyê heman rol û misyona girîng. Wekî hêza dînamîk a vê pêvajoyê, bûyîna xwedî berpirsyarî û pêşengtî kirin, pêwîstiya mîrasa wan a têkoşînê ye. Xaleka hevdîtînên me jî li ser rewşa gelê me yê Mexmûrê ye. Bêguman bi pêşketina pêvajoyê re vegera wan a ser xaka xwe wê çêbibe. Lê belê pêwîste were zanîn ku, divê nêzîkatiyên ferdî û malbatî dernekevin pêş. Em ê meseleyên civakî, siyasî û hiqûqî bi awayek kolektîf bigirin dest û li ser vî esasî ber bi çareseriyê ve biçin.”
 
Bi sedan gund ji nexşeyê hatin paqijkirin
 
Êrişên dewletê yên destpêka salên 1990 'î li Bakurê Kurdistanê ne tenê pevçûneke leşkerî, di heman demê de karesateke mezin a însanî bi xwe re anî. Bi polîtîkayên şewitandin û valakirina gundan re bi sedan gund ji nexşeyê hatin paqijkirin. Bi hezaran kurd neçar man ku mal, zevî, sewal û koka xwe li pey xwe bihêlin koç bikin.
 
Di nav zehmetiyan de jiyan 
 
Hin ji wan berê xwe dan metropolan, hinekan jî berê xwe dan başûrê Kurdistanê, ango Iraqê. Salên 1993-94' an serdema herî giran a vê koçberiyê bû. Nezî 12-15 hezar kurd cara yekem li Bihêrê, Şeraniş, Bêrsîvê, Geliyê Qiyametê, Etrûş, Nînova û Nehdaran wargehên demkî ava kirin. Birçîbûn, nexweşî û serma her li pey wan bû. Ji bo neyên qetilkirin û serî rakirin, mirin dan ber çavê xwe. Rêwîtiya xwe ya jiyanê berdewam kirin. Li wargehan êdî mirinên zarokan, pirsgirên tenduristiyê, starbûnê, ewlehî, şert û mercê zehmet zêde bûn. 
 
Wargeh wargeh hatin sirgunkirin 
 
Di wan salan de şerê navxweyî yê di navbera PDK'ê û YNK'ê de rewşê hêj aloztir kir. Wek îro salên ewilî jî zexta Tirkiyeyê hebûn ji bo valakirin û belawbûna xelkê. Bi salan gel ji wargehekî sirgunê wargehek din bûn.
 
Di sala 1998 'an de Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) li pêşberî şert û mercên giran ên însanî û bêcihûwariya timî, gav avêt. Li jêr hemahengiya UNHCR biryar hat dayîn ku li başûrê rojavayê Hewlêrê li pêgeha çiyayê Qereçoxê devereke bicîhkirina mayîndetir were avakirin.
 
Rola NY’yê
 
Ev herêm îro bi navê Wargeha Mexmûr tê naskirin. Di qonaxa damezrandinê de xizmetguzariyên tendiristî, starbûn û binesazî bi çavdêrîya NY hatin pêşkêşkirin. Lê belê di nava salan de rola NY kêm bû. Gel bi xwe wargeh ava kir û veguherand cihekî xweser. Bi vî rengî Mexmûr hem bû qada berxwedanê û hem jî bû navenda siyasetê. 
 
Rojên destpêkê yên Mexmûrê
 
Di sala 1998 'an de li ser erdekî hişk û ziwa wargeh ava bû. Mexmûr di salên destpêkê de her di nav têkoşîna jiyanê de bû. Germahiya 50 pileyî, bayê xurt, baran û zivistan jiyana li konan zehmettir dikir. Li wargehê mar, dûpişk û kêzikên jehrî tijî bû. Ji bo her kesî û bi taybetî jî ji bo zarokan xetereyek mezin bû.
 
Bi kedeke hevgirtî jiyanek nû
 
Li cihê ku ava vexwarinê tunebû, behsa binesaziyê nedihat kirin. Ji navçeya Maxmûrê bi tankeran av ji wargehê re hat veguhastin. Li wargehê ku xizmetên perwerde û tenduristiyê lê tunebûn, gel neçar ma biçe bajarê herî nêz. Tevî hemû şert û mercên nebaş jî gel ji bo jiyaneke nû bi hevgirtin û kedeke kolektîf zend û bendê xwe badan. Li şûna konan xaniyên bi kerpiç û pirket, li şûna axa hişt û ziwa bostan hatin danîn, dar hatin çandin. Êdî li vir jiyan hêşîn dibû.
 
Navnîşana jiyana nû 
 
Niha Mexmûr bûye navnîşana jiyana nû. Bi awayekî şênber nîşanî her kesî da ku çawa jiyan ji tunebûnê ber bi hebûnê ve diçe. Dibistan, navendên tenduristiyê, dezgehên aboriyê, avabûna şaredariyê, tesîsên sporê, sazkirina akademiyan, saziyên jinan û ciwanan, dezgehên çandinî û xwedîkirina heywanan li wargehê pêş ketin. Ev guherîn îlham dida niştecihgehên li derdorê jî.