11 salên ji fermanê ber bi azadiyê ve (4)

  • 09:10 1 Tebax 2025
  • Dosya
Pirtûka ku heqîqeta tarîtiya Şengalê derxist holê: Berxwedana Zeriyan
 
Dîlan Babat 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger-nivîskar Rojbîn Denîz a bi pirtûka ‘Berxwedana Zeriyan’ heqîqeta Şengalê derxist holê diyar kir ku PDK’ê ji fermanê re zemîn amade kiriye. Rojbîn Denîz got sînorên ji jinan re hatin xêz kirin bi destê jinan hatin parçekirin.
 
Nivîskar-rojnameger Rojbîn Denîz ku di pirtûka xwe ya bi navê ‘Berxwedana Zeriyan’ de  qirkirina li hember civaka Êzidî digire dest, heqîqeta tarîtiya  Şengalê derdixe holê.
 
Şerma mirovahiyê
 
11 sal berê DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxê de êrîşê Şengalê kir. Bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, jin û zarok hatin revandin û kirin kole. Ev ferman ne tenê li hember gelekî li hember wijdanê hevpar a mirovahiyê bû. Di salvegera fermana 74’an de, bi hezaran jin û zarokên hîna windane hene.
 
Rojbîn Denîz pêvajoya nivîsandina pirtûka xwe û fermana li hember civaka Êzidî vegot.
 
 
36 komkujî
 
Rojbîn Denîz da zanîn ku di dîrokê de 74 ferman li hember civaka Êzidî pêk hatine û wiha got: “Li gorî belgeya li hember Êzidiyan 196 ferman pêk hatine. Li hember Şengalê 36 komkujî pêk hatine. Civaka Êzidî li gorî kevneşopiyên xwe dijîn. Têkiliyên wan di nava aştiyê de didomin. Êzidî xwe bi baweriya xwe hebûna xwe didomîne. Êzidî jiyana xwe bi çand û xwezayê re pêş dixînin. Felsefeya jiyanê ava kirine û heta îro hatine. Lê hêzên serdest bi awayekî sîstematîk dest bi êrîşan kirin. Li hemer Êzidiyan 74 ferman pêk hatin. Ev ne tenê li hember gelekî li hember dîroka mirovahî û Mezopotamyayê pêk hatine.”
 
‘PDK’ê zemîna fermanê amade kir’
 
Rojbîn Denîz wiha vegot: “Li hember jinên heqîqet mayînde kirin êrîşên mezin pêk hatin. Xwestin ji ser jinan civakê bişkînin. Ji dema Osmaniyan heta niha ferman li hember Êzidiyan pêk tên. Di 1936’ande bi destê Îngîlîzan li hember Êzidiyan êrîş pêk hat. Êrîşa di dema Sedam de hat kirin, berê civaka Êzidî da çiyan. Sedam civaka Êzidî ceza kir. Mustafa Barzanî xwedî li civaka Êzidî derneket. Di 2003’yan de bi hatina PDK’ê re hêviyek bi Êzidiyan re ava bû. Lê PDK’ê zemîna fermana li Şengalê ava kir. Xwest li ser civakê tirsê biafirîne. PDK'ê polîtîkaya xwe li ser jinan dimeşand. Jin nikaribûn derkevin derve. Hepsê malê bibûn. Vê jî bi sîstematîk zemîna fermanê amade kir.”
 
Têkoşîna gerîlayên jin
 
Rojbîn Denîz tiştên di dema fermanê de hatin jiyîn nirxand û wiha bi lêv kir: “Gelê Tîl Ezîzê berê xwe dan çiyan. Du gerîlayên li çiyan ciwan girtin cem xwe û 15 rojan parastina cewherî meşandin. Jinan dayikan qada parastina cewherî ava kirin. Moralekî mezin dan gel. Du gerîlayan bang li gel kir ku xwe xilas bikin. Piştre pevçûnek mezin hat jiyîn. Piranî kes reviyan û xwestin xwe xilas bikin. Kal û pîr li çiyan man, gotin em dest ji warê xwe bernadin. Gerîlayên jin heta dawî têkoşîn meşandin. Serê çiya girtibûn û nedihiştin DAIŞ bikeve herêmê. DAIŞ bi saya wan nikaribû bikeve çiyan. Bi berxwedana 12 gerîlayên jin planên wan vala hat derxistin.”
 
7 hezar kes hatin revandin
 
Rojbîn Denîz di berdewamiyê de diyar kir ku di fermandê de 7 hezar  mirov hatine revandin ji van ji 3 hezarî zêdetir jin û zarok bûne û ev tişt anî ziman: “Mêrên temenê wan mezin hatin qetilkirin. Ji 90’î zêdetir gorên komî hene. Piranî jin hîna di destê DAIŞ’ê de ne. Birin welatên cuda. Piranî niha li Sûriyeyê ne. Fermana hat jiyîn hîna bi awayekî fermî wek qirkirin nehatiye naskirin. Tenê 18 welatan ferman nas kir. Wekî din jî hemû cîhan bêdeng ma. Hiqûq pêk nehat doz nehatin vekirin. Hêzên serdest hîna pozîsyona ku min nedîtiye, nebihîstiye didomîne.”
 
Piştî fermanê pergal hat avakirin
 
Rojbîn Denîz destnîşan kir ku piştî fermanê civaka Êzidî xwe terkê qedera xwe nekiriye û di 11 salan de gavên girîng avêtiye, rêveberiya xweser, parastina cewherî ava kirine. Rojbîn Denîz da zanîn ku ji bo civaka Êzidî ji nêz ve nas bike çûye wir û ji Nagîhan Akarsel pirsa ‘tu berê çûbû, divê ez çi bibînim, çi bikim’ pirsiye. Rojbîn Denîz got: “Nagîhanê got; jinên pir zana yên Êzidî hene. Wan jinan bibîne em wê heqîqetê nîşan bidin. Min ew jinên zana dîtin. Ew jinên zana li her derê bûn. Ji van yek dayika Şemê bû. Ji sekna wê zanabûn diherikî. Min çîroka jinên Êzidî kom kir. Pêvajoya nivîsandinê zehmet bû. Divê her jinek çîroka xwe bixwe binivîse.”