
Banga xwedîderketina li mîrateya Gurbetellî Ersoz û hevalên wê
- 09:06 1 Tebax 2025
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
STENBOL - Îsal yekem car Pêşbirka Xelatên Rojnamberiya Jinan a Gurbetellî Ersoz wê pêk bê. Endama MKG’ê Dîren Yûrtsever der barê armanca pêşbirkê û guherîna ku jinan di rojnamegeriyê de kiriye axivî û got: “Merasîm di alî xwedîderketina li mîrateya Gurbetellî Ersoz de gelek girîng e. Em bang li hemû kesî dikin ku xwedî li mîrateya Gurbetellî Ersoz û hevalên wê bê derketin.”
Îsal ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ve yekemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz wê pêk bê. Merasîma xelatê wê li ser navê Gurbetellî Ersoz û xebatkarên jin ên çapemeniyê ku jiyana xwe ji dest dane pêk bê. Serlêdan di 17’ê Hezîranê de dest pê kirin, di 28’ê Îlonê de wê bi dawî bibin. Di 8’ê Cotmehê de jî wê xelat bên dayîn. Di beşa Kurdî, Tirkî, Wêne û Vîdeoyan de bi giştî di çar beşan de wê xelat bên dayîn.
Endama MKG’ê Dîren Yurtsever der barê mijarê de axivî.
‘Kevneşopiya çapemeniya azad’
Dîren Yurtsever da zanîn ku kevneşopiya çapemeniya azad dîrokî ye û wiha got: “Dîroka çapemeniya azad bi bedel û berxwedanan hatiye nivîsin. Ji bo heqîqet derkeve holê bedelên mezin hatin dayîn. Kevneşopiyek çapemeniya azad a ev bedel dane ber çavan heye. Bombekirina saziyan, înfazkirina rojnamegeran, surgun, zext. Rojnamegerên jin du car dibin hedef. Lê kevneşopiya çapemeniya azad her carê hîn bêtir xurt bû.”
‘Rojnamegerên jin pêşdaraz şikandin’
Dîren Yurtsever destnîşan kir ku kevneşopiya çapemeniya azad di dîrokê de gelek nûbûn afirandiye û ev tişt bi lêv kir: “Yek ji van nûbûnan jî bi nêrîna jinê rojnamegerî ye. Rojnamegerên jin têkoşîna jinan nîşan didin. Zimanekî alternatîf bikar tîne û weşangeriyek bi nêrîna jinê dikin. Rojnamegerên jin pêşdaraz şikandin yekemîn ajansa jinan a cîhanê JINNEWS û televîzyona jinan ava kirin. Ev destkeftiyek mezin bû.”
‘Em banga xwedîderketinê dikin’
Dîren Yurtsever di dawiya axaftina xwe de got wan mîrateya Gurbetellî Ersoz dewr girtine û got: “Ji bo xurtkirina vê xwedîdkertinê em wek MKG vê pêşbirkê pêk tînin. Di 8’ê cotmehê de wê merasîm pêk bê. Di çar beşan de wê xelat bên dayîn. Mezinkirina vê mîrateyê ji bo me peywir e. Em bang li hemû hevalên xwe dikin ku xwedî li vê mîrateyê derkevin.”