
Ji Însiyatîfa Manîfestoya Femînîst a Başûr bi Lîepollo û Trîmîta re roportaj (3)
- 09:05 1 Tebax 2025
- Jineolojî
"Dewlet û şîrketên ku axa me dagir kirine, gelê herêmê ji bo civakên xwe didin xebitandin. Di bin navê pantenda tov de berhemên xwe didin ferzkirin. Mafên qedîm tên xespkirin û ev binpêkirina mafê kes e. Gelek pirs hene. Em ê bi çand û zimanê xwe kesayeta xwe çawa biparêzin? Belkî jî pirsa herî zehmet ev e. Em dikarin piranî şîrketên xurekê boykot bikin. Lê berxwedana cemawerî dikarin wek tiştekî şênber bifikirin."
Akademiya Jîneolojiyê
Liepollo: Ev pirsgirêkek girîng û hebûnê ye. Ev potansiyel wê li dijî binpêkirin û destdirêjiyê çawa be? Ev tê çi wateyê? Mirovên hatine tahliyekirin, mirovê parastina kê dikin, mijara axê gelek nêzî dilê min e. Ji koloniyek herêmî têm û di vê koloniyê de dijîm. Hikûmeta ku pir dişibe min, hîna ji bo berjewendiyên emperyal kapîtalîst a sipiyan hewl dide. Dema hûn bên başûrê Afrîkayê ku divê em di demek nêz de we bikin mêvan, hûn ê her tiştî bi çavên xwe bibînin. Li cîhana din jiyan dişibe çi hûn ê fêm bikin.
Rêxistina Bazirganiya Cîhanê û Bankaya Cîhanê axên mezin parçe kirin, îpotek kirin û piştre ev nedan dewletan. Ev tişta kirin tenê aliyekî lîstikên wan e. Erd çi dibin bila bibin, rastiyek heye ku ev wek qadên serdestiyê tên bikaranîn. Xurek ne wek maf wek cudakarî dibînin. Gelek tişt ji welatiyan hatine girtin û ji holê rakirine. Ev ne tenê êrîşek li hember hebûna me ye, di heman demê de li hember hiş û arşîvên me ne jî li hember zanîna me ye. Ji ber gelek kes bi her tiştê xwe girêdayê axê ne. Di heman demê de girêdayê wê axê ne, ji ber mezinên ne li wir in. Ji ber vê jî em bi zor ji wir derxistine. Ev tundiyeke psîko-rih e. Ax ne tenê ax e, ax azadî ye! Ax azad e.
Parastin, ev pirsek zehmet e. Ev berxwedana me ya li dijî mekanîzmayên şîrketan jî dihewîne. Ev bi çekdayîna partiyên siyasî û lîderiya siyasî dikare bê kirin. Hemû lîderên herêmî yê Başurê Afrîkayê, malbatên kraliyetê em dikarin bikin tevgerê. Ez dikarim bêjim ku ew hîna parçeyek girîng a jiyana me ne. Her çiqas neyên naskirin jî hîna Kral û Keybanuyên me hene.
Dewlet û şîrketên ku axa me dagir kirine, gelê herêmê ji bo civakên xwe didin xebitandin. Di bin navê pantenda tov de berhemên xwe didin ferzkirin. Mafên qedîm tên xespkirin û ev binpêkirina mafê kes e. Gelek pirs hene. Em ê bi çand û zimanê xwe kesayeta xwe çawa biparêzin? Belkî jî pirsa herî zehmet ev e. Em dikarin piranî şîrketên xurekê boykot bikin. Lê berxwedana cemawerî dikarin wek tiştekî şênber bifikirin.
Trîmîta:Manîfesto hewl dide mekanîzmaya parastinê ya bi riya çalakî û kolektîvfbûna femînîst ava bike. Makîneya şerîketê yek ji zehmetiyên herî mezin a serdema me ye. Manîfesto li dora 5 stunan tê birêvebirin. Ya yekem bi hegemonyayan re rûhev hatin. Ev li dijî zirarên dora me têdikoşe. Divê em balê bikşînin ser gotinên kapîtalîzm, nîjadperestî, kolonyalîzm, kastvanî, ableîzm, heteropatriyarka. Ji bo ev çawa derketine holê bê fêmkirin divê analîz bên kirin.
Ya duyemîn jî zanîna nû û zanîna-xweser avakirine. Li dijî vê avakirina vegotinan û ji tecrbeyên xwe parvekirin, afirandin e. Ev girêdayê bernameyên perwerda siyasî û tabana zanîna GFMÎ ne.
Ya sêyemîn jî ji nûve destgirtina enternasyonalîzma Başûr-Başûr e. Em ji Bandung îlhamê digirin. Dema hikûmetên me tên gel hev hêvî jî ava dibe.
Ya din jî xeyala pêşvebirina ji nûve û femînîstên ekonomîst in. Ev jî li dijî modelên ku dewletê ferz dikin, wek alternatîf e. Ya dawî jî stratejiyên guherînê ne û di vê nokteyê de hewcedariya me zêdetir bi nîqaşan heye. Ev ne tenê ji bo parastinê ye, ji ber parastin tenê bertek e. Li gorî min divê em xeyalan jî bikin û qada afirandinê pêk bînin.
Hemû stûn girêdayê hev in. Ji bo em bigihêjin hedefên pratîk em xwedî vê çarçoveyê ne.
Akademiya Jîneolojiyê: Ev di heman demê de parçeyek fikra konfederalîzma demokratîk e. Em di mijara dîroka xwe ku dikarin ji pisgirêkên xwe çareseriyê bibînin de israr dikin. Yanî di gelek qadê de esasa ava bikin heye. Bêguman li her derê şert û merc cuda ne. Ji bo rêxistinbûn, rojev û stratejiyan rê û rêbaz çine? Hûn çawa dinirxînin?
Trîmîta: Dema em behsa avakirina civakek azad dikin bi taybet ji bo ev mayînde bibe em tiştekî cuda yê radîkal dibînin. Di hevdîtinan de me dît ku aktîvîst pir westandîne. Piranî bi krîza piralî re rû bir û ne. Hêviya wan tuneye. Ji ber vê hewce bi manîfstoyê heye. Ji ber vê divê em zêde diyalogê û muzakereyan bikin. Manîfesto di vê nokteyê de derdikeve holê. Lê hîna jî em li alternatîfan dinêrin. Ji ber van sedeman dîtina zêdetir alternatîfan zehmet e. Mirov ji bo rizgariya kolektîf maseyek nû dixwazin. Li gorî min em roniyên hêviyê dibînin, aboriyên piştevaniyê û konseyên komunal.
Dema em behsa kofenderalîzma demokratîk û pergalên alternatîf ên ji netew dewletan dûr dikin, dîtina rol modelek berdewamker zehmet e. Lê dikare ji Zapatîstayên Meksîkayê îlham bê girtin. Wan pergala xwe ya perwerde û tenduristiyê, xweseriya xwe ava kirin. Li Fîlîpînan, li herêma Cordîllera min civakek herêmî dît. Demokrasiya enerjiyên wan hene. Xwedî pergala mîkro hîdroelektîrîkê ne. Ne girêdayê tora ceyrana netewî ne. Tenê 50 mal ronî dikirin û jinan bedela enerjiya bendavên mîkro hîdro bi dayîna birinê didan.
Ez modela konfederalîzma demokratîk a Rojava wek alternatîfek îstîsna dibînim. Ji bo ji wan zêdetir tiştî fêr bibim dixwazim zêdetir xebatên hevpar bimeşînim. Gelek kes Rojava nizanin. Gelek behs dikin lê nizanin ku ev tê çi wateyê. Altenatîfên din ên hûn dizanin bi rastî em dixwazin fêr bibin.
Akademiya Jîneolojiyê: Ez spas dikim. Hatina me ya gel hev wek destpêkekê em dikarin qebûl bikin. Hûn têkiliyên çawa di navbera Jîneolojî û Însiyatîfa Manîfestoya Femînîst a Başûr de dibînin?
Liepollo:Em dixwazin der barê Rojava û têkoşîna Kurd de zêdetir agahiyan fêr bibin. Bi malovaniya GFMÎ rêzeperwerdehiyeke me ya siyasî heye. Di van platforman de têkoşîna we nirxandin û dan û standina fikr wê gelek baş be. Belkî em di dersên didin de dikarin vê bigirin dest. Têkoşînên dîrokî hîna didomin.
Trimita: Rexneya li dijî hilberîna zanîna binpêker yek ji esasên jîneolojiyê ye. Em jî girîngiyê didin vê. Me di bernameya tabana zanînê de Navenda Zanînê (https://knowledgehub.southfeministfutures.org/. ) da destpêkirin. Bawer im we ev dîtiye. Di vê qadê de ji bo hevkariyê gelek derfet hene. Ez we vexwendiyê manîfestoya xwe dikin. Gelek kes alternatîfa ji derveyê modela dewletê xeyal nakin. Ji ber vê hatina we, vegotinên we, parvekirina van zanînên we wê balkêş be. Her wiha gelek tiştên hûn parve bikin hene. Ez ji hevkariya we îlhamê digirim û kelecanî dibim.”
Akademiya Jîneolojiyê: Heman kelecanê em jî dijîn. Ji ber vê sohbeta we ya xweş em jî spas dikin.