‘Ax baweriyê dide mirovan’

  • 09:04 1 Tebax 2025
  • Jiyan
Memîhan Zeydan 
 
WAN - Fediye Sari ya li gundê Atês a Elbaqê dijî, li baxçeyê xwe ji fêkî bigire heta sebze her tiştê xwe diçîne û got: “Ez bi axê re baş im. Dema dest didim axê xwe baş hîs dikim. Ez li gund baş im aramî heye. Ax hêzê û aramiyê dide min.”
 
Fediye Sari ya 55 salî ya li gundê Atês a Elbaq a Wanê dijî piştî jiyana bi salan a li bajar, berê xwe dide gund û di baxçeyê xwe de sebze û fêkiyên xwe diçîne. Fediye Sari li Edeneyê mezin bûye lê piştî dizewcie li gund bicih dibe û got: “Ez ji gund qut nebûn. Baxçeyê min heye. Ez her tiştê xwe ji dil bi hezkirin digihînim. Pê re eleqeder dibim. Ez çi bibînim diçînim. Ez bi axê kêfxweş, aram û xurt im.”
 
Her cureyê sebze û fêkiyan
 
Fediye Sari wiha anî ziman: “Ez tenê li baxçeyê xwe dinêrim. Firingî, bacan, îsot, bamya, bezelye, xiyar, pîvaz, bexdenûz, tufrengî, tivir û zîr. Her tiştî diçînim.Ez ji berhemên xwe qezencê nakim. Ez didim kesên hewcedar. Kî bixwaze ez didimê. Dema mêvanek bê ez didimê. Didim cîranan. Ez biçim cîhekî dibim. Lê bazirganiya wê nakim. 32 sal in karê xwe yê baxçeyê ez dikim. Di meha adarê de em dest bi baxçe dikin. Em di meha nîsanê de diçînin. Heta tîrmeh û tebaxê digihêjin. Darên min ên sêvan, mişmiş, gêlasê jî hene. Tirî heye.”
 
‘Ez ji axê hêzê digirim’
 
Fediye Sari di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ji karê xwe hez dike û wiha got: “Bi axê re mijûl bûn min kêfxweş dike. Ez xwe aram û rehet hîs dikim. Ez ji axê hêzê digirim. Ax baweriyê dide mirovan. Mirov aram dibin. Ez li bajar mezin bûm lê êdî nikarim li bajaran bimînim. Ez zewicîm hatim gund. Ez her tiştî li vir hîn bûm. Niha jî nikarim dest jê berdim.”